‘Zarokan ji komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin’

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Kantona Cizîrê û Komeleya Stêrk a Parastina Mafên Zarokan der barê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser herêmê û koçberkirina xelkê kantona Efrîn-Şehbayê de daxuyanî da.

Qamişlo – Nivîsgeha Parastina Zarokan a Kantona Cizîrê bi amadebûna endamên nivîsgehê, deste û daîreyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyanî li pêşiya avahiya Desteya Jinan a li bajarê Qamişloyê da.

Seroka Desteya Jinan Rohat Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji bo malbata pitikê bi navê Nûh Reşo yê ji di rêwîtiya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dabû hat xwestin û hate gotin: "Ev bûyera biêş ne bûyereke ferdî ye, beşeke rêzezincîra sûcên li herêmên şer e ku li dijî jiyan û siberoja zarokan tê kirin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mirina Nûh Reşo bûyereke jê rêzê nîn e û hate gotin, ev bûyer sedema bêxemiya civaka navneteweyî ya li hemberî dewleta Tirk e.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em ê li hember van sûcan bê deng nemînin. Em ê banga pêkanîna edaletê bidomînin."

Komeleya Stêrk a Parastina Mafên Zorokan jî daxuyaniyek li Dibistana Şehîd Mistefa Gulo ya li bajarê Qamişloyê da. Daxuyanî bi amadebûna endamên komeleyê, Kongreya Îslama Demokratîk, Rêxistina Nûdem, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û endamên Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hat xwendin.

Dildar Ebdo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bang li tevahî dewletên ku peymanên mafê mirovan û zarokan îmze kirine kir ku sûcên dewleta Tirk ên dijî zarokan rawestînin û jin û zarokan ji komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin.