Zaroka 3 roj in li Qoserê winda bû hate dîtin

Pevîn Çelîk ya 13 salî ku li Qoserê di şeva 11’ê Nîsanê de ji mala xwe derket û ev 3 roj bû jê xeber nedihat girtin, li Mêrdînê hate dîtin. Hate îfadekirin ku Pervîn Çelîk herî dawî bi polîsekê re hevdîtin kiribû.

Mêrdîn – Pervîn Çelîk ya 13 salî xwendekara pola 7’em ya navîn ku li navçeya Qoser a Mêrdînê jiyan dike, di 11’ê Nîsanê de ji mal derketibû û êdî tu xeber jê nehatibû girtin.

Li ser dema ku malbatê li qereqolê îxbara winda kir, piştî 3 rojan Pervîn Çelîk li Mêrdîn hate dîtin, ji bo îfadeya wê were girtin birin Miduryeta Şaxa Zarokan ya Mêrdînê. Hate zanîn ku rewşa tendirûstiya Pervîn Çelîk baş e, dozgeriyê derbarê zarokê de ‘biryara parastinê’ daye.