Zarok û warê xwe wenda kir: Çîroka jineke Filîstînî

Xîtam Rebîi ku di jiyaneke gelekî bi êş re derbas dibe, bi taybetî piştî ku zarokên xwe û warê xwe wenda kir, xwe di nav kaosek de dît. Ji ber koçberî û bombebaranê niha bê mal û bê war e.

NEXEM KARACE

Xeza – Bi dengê balafiran, tank û topan re azara mirovahiyê di wêneyê xwe yê herî nexweşik de ye li Xezayê. Welatî cihekî bi ewle nabînin. Jin û zarok barê herî giran radikin. Di dojeha şerê li Xezayê de jina Filîstînî ya bi navê Xîtam Rebîi di maleke wêrankirî de ma, paşê li kolanê ma, ji bo ku bibe şahida qonaxên bêdawî ji azar û rûxandinan.

Em bi ku ve birevin?

Dema fermanên derketina bi darê zorê hatin dayîn, Xîtam baş dizanibû çûyîn nayê wateya xilasbûnê. Xîtam wiha got: “Em bi ku ve herin? Dîmenên qerebalixa mirovan li bajarê Xezayê bes bûn ku biryara valakirinê bibe biryara darvekirinê. Tevî ku di her qorziyeke kolanan de karwanên koçberan hebûn, biryara wê her ew bû ku dest ji wir bernede. Nexwest here, ji ber nizanibû wê bi ku ve biçe, ji ber ku mirin li her derê ye.”

‘Dengê guleyan mîna dengê mirinê bû’

Lê belê şer ti bijarte li pêşiya wan nehişt, ji ber ku hêzên Israîlê êrîşî taxê kirin û kolan bûn rûberên tirsê. Xîtam Rebîi got: “Min hewl da bi zarokên xwe re ji deriyê paşîn ê malê birevim. Me bêhna xwe çikand û dilê min wek daholên şer lê dida, xwîn di damarên min de hişk bûn. Dengê guleyan mîna dengê mirinê bû. Maşîneyên leşkerî jî, herkesê ku hewl dida bifilite, dorpêç dikirin.”

‘Zarokên min li ber çavên min hatin qetilkirin’

Xîtam di destpêka êrîşên bejahî de ji bakurê Xezayê koçberî navendeke Stargehê ya li projeya mala Lahiya bû, lê belê şer li pey wê çû heta wir jî. Topbarana dijwar derfet neda zarokan ku hinek bigrîn jî. Di dema êrîşa bejahî ya li hember Bakurê Xezayê de 3 zarokên xwe di hundirê navenda stargehê de wenda kir. Xîtam bi van gotinan qala bûyerê dike: “Zarokên min li ber çavên min hatin qetilkirin. Min nikaribû destê xwe bidim wan yan jî bi destê wan bigrim. Bi lez hatin binaxkirin. Ez mîna keseke pûç sekinîbûm û tenê min dinhêrt. Min dixwest li gor tê xwestin xatir ji wan bixwazim, ramûsanekê bidim eniya her yek ji wan, lê belê ev mafên min ji min girtin.”

‘Ma qey mafê me tuneye ku em bijîn?’

Piştî vê komkjiyê Xîtam Rebîi bi keçên xwe re vegeriya mala xwe ya rûxandî ya li Bakur. Mala wê nekarî bi awayekî demkî jî bê bikaranîn. Tenê bêhna mirinê û dûmana guleyan ji taxa wan radibe. Bi zêdebûna bombebaranên li Bakurê Xezayê û berdewamiya êrîşên bejahî yên li hember taxan, ti bijarde li pêşiya wê nehişt, ji bilî reva dubare. Got: “Em derketin, mîna mirovek ji ber dojehê here ber agir. Lingên me di nav kavilan de diçûn xwarê. Çavê me ji bilî tozê tiştekî din nedidîtin. Qêrîn li her deverê hebû. Tiştê ku ez niha dixwazim, cihekî bi ewle ji keçên min re ye, heta qorziyeke biçûk be. Ma qey mafê me tuneye ku em bijîn?”

Êşên tên nûkirin

Azara ku Xîtam El Rebîi dikşîne ne tenê fîzîkî ye, di warê derûnî de jî bi pey wê dikeve. Ji dema zarokên xwe wenda kirine heta niha pirsgirêkên derûnî dijî. Her roj azara wê duqatîn dibe. Xîtam dibêje: “Ez nikarim razêm. Her carek ku çavê xwe digirim, rûyên wan dibînim. Dengê wan tê min mîna ku hîn li vir in.”

‘Axaftin rastiya êşê venabêjin’

Derbarê dîmenê herî dawî yên ji mêjiyê wê dernakevin de Xîtam got: “Min dayîkek dît, zaroka xwe ya mirî rakiribû mîna ku razayî be. Nikaribû wê binax bike, ji ber ku ditirsiya bimre û wê bi tenê bihêle. Tiştê ku hûn li ser ekranan dibînin ne tiştek e. Rastî ji wê xirabtir e. Axaftin rastiya êşê venabêjin.”