Zarok çawa ber bi sûcan ve tên birin?

Lêkolînên qadê û daneyên fermî nîşan dide ku, di beşdariya zarokan a di pêvajoya edlî de, faktorên wek xizanî, qutbûna ji perwerdê û tundî diyarker in. Lê belê Meclîs di şûna ku çareseriyên mayînde hilberîne, raporan ji nedîtî ve tê.

Enqere – Li Amedê Narîn Guran ku piştî bi awayek guman winda bû û bi awayek qetilkirî hate dîtin, li Tekirdagê piştî ku zaroka bi navê Sila rastî tecawîzê hat û hate qetilkirin, ji bo zarokan ji tundî, sersarî û destdirêjiyê biparêzin, tesbîtkirina velatiyên zagonî yên heyîn û bi îdiaya li hember vê hilberîna çareseriyê, di bin banê Meclîsê de di sala 2024’an de ‘Komîsyona Parastina Zarokan ji Destdirêjî û Tundiyê’ hate avakirin. Piştî ku vê komîsyonê xebatên xwe bi dawî kir, raporek derxist holê. Lê belê rapor derbarê çareseriya destdirêjî, pirsgirêkên tundiyê de veneguherî xebatên zagonî. Di pêvajoya ji niha şûnde di 19’ê Mijdara 2025’an de, ji ber zêdebûna rêjeya zarokên beşdarî sûcên edlî bûne komîsyonek bi navê ‘Komîsyona Lêkolîn û Pêşxistina Mekanîzmayên Pêşîgirtin û Parastinê, sedemên ku zarokan ber bi sûc ve dibin lêkolîn dike’ hate avakirin. Xebatên vê komîsyonê heta Adara 2026’an dirêj kir. Herî dawî piştî êrîşên li dijî dibistanên Mereş û Rihayê, di 21’ê Nîsanê de komîsyonek bi navê ‘Komîsyona Lêkolînên Xeteriyên Dijîtal û Êrîşên li Dibistanan’ hate avakirin. Pêvajoya xebatên vê komîsyonê wek sê mehan hate diyarkirin, lê belê komîsyonê hê dest bi xebatên xwe nekirine.

Komîsyon bi mantiqa veke-bigre dixebite

‘Komîsyona Lêkolîn û Pêşxistina Mekanîzmayên Pêşîgirtin û Parastinê, sedemên ku zarokan ber bi sûc ve dibin lêkolîn dike’ hê rapora xwe ya dawî neweşandiye, gelek raporên pêşkêşî komîsyonê kirine, nêrîna pispor û daneyên lêkolînên qadê pirsgirêka bingehîn a bûyerên tundiyê tesbît kirine, di gelek qadan de ji bo hilberîna polîtîk dane, pêşkêş kiribûn. Qewlê ku dane li holê ye, diviyabû dest bi xebatên çareseriyê bihatan kirin, destpêkirina komîsyonek nû ya meclîsê û heman nîqaş dubare dubere kirin encamên nedayî, nexebitîna derbarê komîsyona Meclîsê tê dîtin ku ji bo mantiqa ‘bigre-veke’ tê xebitîn.

Daneyên wezaretê

Pêşkêşiya ku di komîsyonê de ji aliyê Wezareta Edaletê ve hatî kirin, li Tirkiyeyê bi giştî 2 hezar 736 kapasîte, 9 zarok û ciwan li girtîgehan e, bi giştî 3 hezar û 473 zarok hikûmxwarî û girtî  ne. Di heman demê de 5 malên perwerdeya zarokan hene, ji vana 435 zarok di van saziyan de ne.

Daneyên derbarê rewşa hiqûqî ya zarokên di navbera 12-18 salî de

“* Bi giştî 4 hezar û 421 zarok hene, ji vana 202 keç, 4 hezar û 219 kurin.

* Dema li sedemên girtina zarokan li girtîgehan were mêzekirin, di sê rêzên destpêkê de sûcên dizî, made û kuştina bi zanebûn cih digre.

Di 10 salan de 2 qat zêde bûn

* Di 2015’an de 2 hezar û 394 zarok li girtîgehan bûn, di sala 2025’an de 4 hezar û 583 zarok li girtîgehan in ev jî nîşan dide ku di pêvajoya 10 salan de rêjeya zarokan du qat zêde bûye.

* Ji van zarokan hezar û 73 zarok mevzûnên dibistana seretayî ne, hezar û 993 zarok jî mevzûnên dibistana navînin, rewşa zarokan a perwerdeyê ên ku dibistanê dom nakin û qet naçin dibistanê pêk tên.

Di serê sûcên doza civakî derbarê zarokên ku ber bi sûcan ve hatin birin de, li Serdozgeriya Komarê, dizî, bi zanabûna birîndarkirin û heqaret tê.   

*Dabeşbûna zarokên ber bi sûc ve hatine birin, ji sedî 85 kur in, ji sedî 15 ji zarokên keç pêk tê.  

140 hezar û 285 dosya

Di dosyayên ku li dadgehên ceza hatî dîtin de bi giştî 88 hezar û 236 zarokên ku ber bi sûc ve hatin birin hene. Ji van cûrên sûcên di rêza yekem de dizî, di rêza duyem de birîndarkirina bi zanabûn û di rêza sêyem de jî medeya hişbir heye. Ji 5’ê Çileya 2026’an ve, di dosyayên ku li Serdozgeriya Komarê tên dîtin bi giştî 140 hezar û 285 zarokên ku beşdarî sûcên edlî bûne hatine tomarkirin.

Zarok ji ber xizaniyê berê xwe didin diziyê

Komîsyoan ku di bin baneya meclîsê de hatiye avakirin, ji bo pêşkêşkirina lêkolînên qadê xebata anketê ya tîmek 21 kesî bi zarokên li girtîgehê re hatî kirin, pirsgirêkên bingehîn ên derbarê zarokan de, poltîkayên desthilatê ya hilberîna tundiyê bi awayek eşkere derdixe holê. Li gorî lêkolînan beşek zêde ya van cûrên sûcan ji bûyerên ‘edlî’ pêk tê, di serê van bûyeran de ‘dizî’ tê. Beşa mezin a komê ji zarokên di navbera 15-17 salî de pêk tê. Hate diyarkirin ku ji sedî 75,8 zarok girtî ne, beşa herî mezin a vê komê dîsa heman koma temenî ye. Gelek pisporên ku di qada mafê zarokan de di xebitin berê bi caran anîne ziman ku krîza aborî û xizaniya pergalî zarokan ber bi sûcan ve dibe. Komîsyona Zarokan a DEM Partî di gelek daxuyaniyên ku dayE û pêşnûmebiryaran de li ser karkirina zarokan û xizaniya zarokan sekinî, bang li desthilatê kir ku poltîkayên derbarê vê mijarê de bike meriyetê. Ev lêkolîna girtîgehan a ku pisporan kiriye, bû raporek ku divê ev hemû polîtîka were nîqaşkirin.    

Xwe li ber perwerdê nagirin

Dîsa lîkolînek balkêş, nîşan dide ku piraniya zêde ya zarokan, an dest bi jiyana perwerdeyê nakin an jî dewam nakin. Dema şertên aborî ku zarok danek tenê yê xwarinê jî nabin dibistanê li berçav bê girtin, pergala perwerdeyê ya heyî, berovajî ku zarokan li dibistanê bigrin, pergala ku wan derdixin derve carek din derdixe holê.  

Bikaranîna medyaya dijîtal gelek kêm e

Ji sedî 83,4’ê zarokan titûn an jî tiryak, ji sedî 52,9 madeya hişbir a hişyar dike bikar tînin. Hate diyarkirin ku ji sedî 72,5’ê zarokan rojê ji saetekê zêdetir medyaya dijîtal bikar tîne, herî dawî zagona qedexeyê ya derbarê medyaya dijîtal de hatî derxistin, çareserî tenê li ser qedexeya bikaranîna medyaya dijîtal, ji çareseriya pirsgirêkên heyî gelek dûr e. Dema li encamên lêkolînê bê nihêrtin, li cihê qedexeyên demkî yên desthilatê, divê çareseriyên pergalî yên baş bên hilberandin derdixe holê.    

Tundiya di nava malê de, gef û êrîşên zayendî

Di lêkolînê de, agahiya ku  ji sedî 87,1’ê zarokan beriya bikevin girtîgehê, ji karek tên derxistin, hat parvekirin. Ev rewş tesbîta ku di temenê zarok de faktorên wek xebitîna zarokan, xizanî tundiyê gur dike, hate kirin. Her wiha hate îfadekirin ku ji her 5 zarokan yek, beriya bikeve girtîgehê pirsgirêkên psîkolojîk û hestiyarî dijîn. Ji sedî 40’ê zarokan, ji derveyî malê herî kêm carekê tundiyê dibîne, bi tiştên tûj ên mîna kêrê û çekê gef lê tê xwarin, beşek ji sedî 10-11 jî rastî tundiya zayendî tên.   

‘Madeyên hişbir, faktorên hawirdor diyarker e’

Di lêkolîna ku cih daye mijara madeyên hişbir de, faktorên derdor rolek diyarker dilîze, daneya ji zorokên ku derdorê wê madeyên hişbir bikar tîne, rêjeya bikaranîna rojane ji sedî 79,9 bû, di zarokên ku ev rewş tê de nîne de rêje ketiye ji sedî 7,9, parve dike. Ferqa nêzî 10 qatî ya di nav de, nîşan dide ku têkoşîna li hember bikaranîna modeyê, divê di astek berfireh de were meşendin. Berovajî vê li Kurdistanê pêkanînên şerên taybet ên dewletê û hevkariya polîsan zarok û ciwanan ber bi bikaranîna madeyên hişbir ve tên kişandin. 

 Divê polîtîkayên ‘balê didin zarokan’ ji nû ve werin nirxandin

Lêkolîn nîşan didin ku zêdebûna tundiya fîzîkî di nava malê de, meyla ku zarok zirarê bidin xwe zêde dike. Ev têkiliya rasterast di navbera tundiya di nava malê û zarok zirarê bidin xwe de, carek din nîşan dide ku divê polîtîkayên parastina zarokan wek ‘baldayîna zarokan’ ji nû ve bê nirxandin.

 Pirsgirêka zêdekirina ceza ji çareseriyê gelek dûr e

Lêkolîna qadê ya tîma pispor ku ji siyasetmedar û komîsyona hatiye avakirin a serbixwe pêk tê, piştrast kir ku ji zarokên ku desthilat nexistiye pêvajoyên edlî tenê çûyîna polîtîkayên ‘zêdekirina ceza, cûdakirina ceza’ wê ji rewşa hilberîna tundiyê re nebe çareserî, bi daneyan raxist ber çavan. Desthilat di qedexe û zêdekirina cezayan de li çareseriyê digere. Îfadeyên ku zarokên beşdarî pêvajoyên edlî bûne, tesbîta pergala zêdetir kûr kir.