Zanîngeha Kalîforniyayê, bi hinceta ji tacîzê re bêdeng ma dê 250 mîlyon dolar tazmînat bide

Zanîngeha Kalîforniyayê, bi bêdeng mayîna xwe ya li hember bûyera destdirêjiya li navenda tenduristiyê ya jinekologek James Heasp de destdirêjiya zayendî li hezaran jinan hat kirin, hate sûcdarkirin.

Navenda Nûçeyan- Li DYE’ê Zanîngeha Kalîforniyayê, dê bi qasî 250 mîlyon dolar tezmînatê bide zêdetirî 200 jinên eşkere kirin ku ji hêla jînekolog James Heaps ve li navenda tenduristiyê ya xwendekaran rasti destdirêjiya zayendî hatine. Jinên rastî êrîşa zayendî hatin, diyar kirin ku zanîngeh bi tiştên ku hatine jiyîn haydar bûye, lê bêdeng mane û veşartiye.
Jînekolog James Heaps jî dinavbera salên 1983-2018 de li kampusa dibistanê ya Los Angeles-ê xebitiye. Zanîngeh di sala 2017’an de li ser îdiayên tacîzê dest bi lêpirsînê kiribû. Di sala 2019’an de dadgeh, heta dosya bi encam bibe, xebat meşandina bijîşk qedexe kir. Tevî ku 21 dozên cuda li ser bijîşk hatine vekirin jî, ew sûcdarkirinan red dike.
Hat xwestin ji bo 5 hezar jin pere bê dayin
Zanîngehê, der barê lihevkirina bi jinên gilîdar de, wiha got: "Rewşa ku ji Heapsê tê îstinad kirin nayê qebûlkirin û bi nirxên zanîngeha me re naguncawe." Tîrmeha borî, dadwerek federal biryar da Heaps ji bo 5.500 jin, 73 mîlyon dolar bide. Piraniya jinên ku çûne cem bijîşk an bi pençeşêrê ketine an jî ji ber ku difikirin bi pençeşêrê ketine çûne muayeneyê.