“Zagona têkildarî rizgarbûna jinên Êzidî hê nexistine meriyetê”
Her çendî salek li ser derxistina zagona rizgarbûna jinên Êzidî re derbaz bû jî tu xebatek ji bo bi cih kirina yasayê nehatiye kirin. Berpirsa Komeleya Piştgiriya Jinên Êzidî ya Şengalê Ferîde Sedû diyar kir ku tenê yasa li ser kaxezê hatiye nivîsîn û tu xebatek li ser wê nîne.
TERZE TEHA
Silêmanî - Di 1’ê Adara sala 2021’an de li parlemena Iraqê zagona rizgarbûna jinên Êzidî bi amadebûna 180 parlementeran hate pejirandin. Di kanûna 2020’an de projeyek ji aliyê lijneya mafê mirovan, yasaya jinan û şehîdên zindaniyên siyasî ku ji 13 madeyan pêktê, pêşkêşî parlemena Iraqê kirin. Ev yasa her jinê Iraqî, Êzidî, Mesîhî, Tirkmen û Şebek ku piştî 3’ê Tebaxa sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve yan jî ji aliyê komên çete ve hatine kolekirin û rastî destdirêjiyê hatine, bi zorê baweriyên wan hatine guhertin, zewaca bi zorê, du canî û rastî tundîtujiya derunî û fizîkî hatî digire nava xwe. Armanca vê yasyê, qerbûkirina jinên Êzidî yên ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûne ji bo bikarin bi vê yekê çareseriya derûnî û tendirustî bigrin û bi wî awayî derkevin nava civakê. Herçendî derxistina yasayek wisa di demê xwe de bi awayek erênî hat pêşwazî kirin, ger were bicihkirin ew jinên ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne dikarin jê sudê bigirin. Berpirsa Komeleya Piştgiriya Jinên Êzidî ya Şengalê Ferîde Sedû di derbarê bi cihnekirina yasayê de ji ajansa me re axivî.
“Zagona di parlemanê de hat erêkirin lê hîna neketiye meriyetê”
Ferîde Sedû da zanîn ku zagona qala wê tê kirin ji aliyê perlemena Iraqê ve hatiye derxistin û wiha domand: “Ev yasa ji aliyê perlemena Iraqê ve hatiye derxistin, lê belê heta niha nehatiye bicih kirin. Ev yasa ji dema hat derbaskirin heta niha tu karek ji bo wê nehatiye kirin, tenê di gotinê de ma. Ew piştgiriya ku hatî kirin tenê ji aliyê rêxistinan ve çêbûye. Hikumeta Iraqê tiştek nekir. Tenê di pêvajoya xebatên hilbijartinê de berendamên wan ji bo girtina dengan diçûn Şengalê û di gotin ewê vê yasayê bi cih bikin, lê belê weke her carê bê encam ma. Hikumeta niha ya Iraqê ji ber ne avabûna hikumeta nû nikare vê yasayê bi cih bikin.”