Yusra Receb pilanên Iraqê yan piştî 2024’an aşkere kir
Parlementera berê ya Iraqê Yusra Receb di derbarê dema pêncem ya parlemena Iraqê de da diyarkirin ku karê Muqdeta Sadir li ser parlemenê nemaye û wiha got: "Ew pilana ji bo heta dawiya 2024’an ya Iraqê heye rewşa Kurdan baştir nake."
Navenda Nuçeyan- Endama parlemena berê ya Iraqê Yusra Receb di derbarê vê dema parlemena Iraqê de ku heta niha serokomar û serok wezîrê Iraqê nehatiya hilbijartin li ser malpera xwe ya fermî ya tora civakî de nivîsek belav kir û bi bîr xist ku temenê dema pêncem ya ji dema çarem kurtir bû û wiha got: “Birîtanya Iraq weke parçeyek ya xwe dibîne û hişyarî daye dewletên destwerdêr li kar û barên navxweyî yên Iraqê weke Îran, Tirkiye û Îmarat û Amerîka ku Iraq ji bo Bêrîtanya bi cih hêlane.”
Yusra Receb di nivîsa xwe ya li ser tora civakî de wiha got:
Mixabin temenê dema pêncem ya Encumena Nunerên Iraqê ji dema çarem kurtir bû, aşkiraye birêz Saîd Muqteda Sedir piştî derxistina yasayê bi rêya ku bikare hinek pare xerc bike ji bo rêvebirina hikumetê heta li darxistina hilbijartinên pêşwext, êdî karek yê wî nemaye ji bo endamên vê dema parlemenê, ji bo wê ferman da endamên tevgera xwe, da ku nameyên îstifayê binivîsin û radestî serokatiya parlemenê bikin.
Bêrîtanya Iraqê weke parçeyek yê xwe dibîne ku pêştîr dibin destê wan de bû û hişyarî dan ew dewletên destwerdanê li karû barê navxweyî Iraqê dikin weke Îran û Tirkiye û Îmarat, tenê Amarîka agahdar kiriye ku piştî sala 2003’ê heta niha nikarin Iraqê bixin ser rêya xwe, roj pey rojan Îran zêdetir kontrol kiriye ji ber wê divê êdî Iraqê ji bo me bi cih bihêlin.
Iraq ber bi guherinên mezin ve çûye, divê piştî hilbijartinên parlemena Iraqê yê sala 2018’an li London civîn ji bo ew hêzên neyar partiyên dest dirêj wê demê Iraq kirin nexşeya hikumranî ji bo salên piştî 2024’an, divê em bipirsin wê rewşa Kurdan çawa be? Bersîv eve mixabin tu caran weke niha baştir nabe bi taybet Kerkuk.
Di demek ku pilangerî li ser Iraq û herêma Kurdistan û Kurdistanê bi giştî zêde dibe û bi nêzabûna bi dawîbûna 100 saliya peymana Lozanê bi gulapa kesk ya Amerîka û Yekitiya Avrûpa hertim êrîş dike ser serweriya xaka Iraq û Surye. Duh dî 9’ê Hezîranê de Muteda Sadir daxwaz ji parlementerên xwe kir nameya xwe ya îstifayê binivîsîn û radestî serokê parlemenê bikin.