Yûrda îstîsmarê bi talîmatê hatiye vekirin!

Piştî ku li Denîzliyê zarokê 12 salî ji aliyê mamoste Emre T. ve rastî êrîşa zayendî hat, yûrda terîqatê ji nû ve hat vekirin.

Navenda Nûçeyan -  Piştî ku xwendekareke 12 salî ji aliyê mamoste Emre T. ve di sala 2019'an de li Yûrda Zarokên Kur a Kerwansarayê ya girêdayî mezheba Sulêmaniyan a li Taxa Akpinarê ya navçeya Çivrila Denîzliyê bi awayekî sîstematîk rastî êrîşa zayendî hat, yûrda terîqatê hat girtin.

Piştî ku bûyer derket holê Emre T. hat binçavkirin, der barê midûrê yûrdê Murat Ç. jî lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de biryar hat girtin ku yûrd bê girtin û avahiya yûrdê jî hat mohrkirin.

Li gorî nûçeya di TELE 1'ê de cih digre derket holê ku piştî pêvajoya mohrkirinê yûrd piştî demekê dîsa vebûye. Di lêgerîna Google de tê dîtin ku yûrda Kuran a Kervansarayê bi awayekî mayînde girtî ye.

Telîmata fermî hatiye

Di nûçeya ku daxuyaniya midûrê yûrdê ya ku yûrd bi awayekî fermî vekirî ye û di bin kontrolê de ye jî cih digre de, hat diyarkirin ku Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Çivrilê Îbrahîm Keskîn jî diyar kiriye ku yûrd bi talîmatan hatiye vekirin.