YRJ Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

YRJ`ê di Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û bang li rojnamevanan kir ku li ser şopa şehîdên çepemeniya azad û ji bo avakirina jiyana azad têbikoşin.

Navenda Nûçeyan- Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) bi boneya salvegera 126’emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YRJ di daxuyaniyê de diyarkir ku ev roj ji bo gelê Kurd û Kurdistanê rojeke taybet e, ji ber ku bingeha yekemîn a çapemeniya kurdî di vê rojê de ava bûye.

‘Tovê ragihandina kurdî divê rojê de hate avêtin’

YRJ'ê roj li rojnamevanên li Kurdistan û cîhanê pîroz kir û Gurbetellî Ersoz, damezirînera YRJ`ê Şevîn Bîngol, rojnamevan Dilîşan Îbiş, Nûjiyan Erhan û tevahî şehîdên ragihandinê û azadiyê û demokrasiyê bi bîr anîn û wiha hate gotin: “Weşandina yekemîn rojnameya kurdî ‘Kurdistan’ji aliyê Mixdad Bedirxan ve di 22`yê Nîsana 1898`an de, destpêka rojnamegeriya kurdî û tovika ragihandina azad a jinan bû ku bi derketina tevgera rizgariya Kurdistanê dest pê kir.”

YRJ'ê di daxuyaniyê de soz da ku wê şopdarên rêya şehîdan bin, dengê jinên Kurd û Kurdistanê ragihînin û balê bikişînin ser dosyayên jinan, rola wan a pêşeng di avakirina civakeke demokratîk û azad de li ser bingeha neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.

YRJ bang li rojnamevanan kir ku li ser şopa şehîdên çepemeniya azad û ji bo avakirina jiyana azad tê bikoşin û hewldanên qirkirina bedenî, fikrî û derûnî li dijî jinan têk bibin.