YPJ: Sedsala 21’an bi pêşengiya jinan Şoreşa 19’ê Tirmehê tacidar bû
Fermandariya Giştî ya YPJ bi wesîleya salvegera 13’an a Şoreşa Rojava daxuyanî da û got: “Di sedsala 21’an de bi formûlasyona ‘Jin Jiyan Azadi’ re Jina Kurd teşe girt û bi pêşengiya jinan Şoreşa 19’ê Tirmehê tacidar bû.”

Navenda Nûçeyan – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi bineya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di serî de em şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo,tevahî şehîdên şoreşê,li hemû gelê Kurdistanê û cîhanê, li tevahiya jinan pîroz dikin.
Di sedsala 21’an de bi formûlasyona ‘Jin Jiyan Azadi’ re Jina Kurd teşe girt û bi pêşengiya jinan Şoreşa 19’ê Tirmehê tacidar bû. Ev qêrîna jinên têkoşer û serhildêr ku dîwarên mejiyê cîhadîst yê DAIŞ’ê dişkîne, bû xeta azadiya hemû jin û gelan. Her jinek û gelekî ku bi taybet bi êrîşên netewperest, zayendperest û olperest re rû bi rû dimîne, YPJ ji xwe re wek hêviyeke ku bighêje ronahiyê digre dest. Şoreşa 19’ê Tirmehê tenê ne di dîroka gelê Kurd de di Diroka gelê Ereb, Ermen, Suryan, Elewî û Dûrziyan de jî xwedî girîngiyekî bi bandore. Sûriyê bi hebûna pir rengîbûna gelan re dikare xwedî li mozayîka xwe ya dîrokî derbikeve.
Pergala kapîtalîst bûye Zeusekî ku bi mejiyê mirovan xwarinê re xwe domdar dike. Ev pergal her ku diçe di Rojhilata Navîn de kaosê kûr dike û pergala xwe dide domandin. Şoreşa 19’ê Tirmehê ku di pêşengtiya jinan de pêşketî, bi pergala xwe ya modernîteya demokratîk ji bo hemû Rojhilata Navîn û cihanê bûye modelekî çareseriya demokratîk. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re fikreke hevpar yê jina Kurd û yê hemû jinên heremê tê sazkirin.
‘Sosyalîzma civakî pergala kapîtalîst bi binxist’
Berxwedaniya Kobanê bi pêşengtiya Arîn û Gelhatan de gihişt lûtkeyê. Di şerê Kobanê de hemû parçeyê Kurdistan û alîyên cihanî û enternasyonal tevî jin, ciwan, kal û pîran herikîn qada şoreşê û xwedî li şoreşa mirovahiyê derketin. DAIŞ’ê ku bi zihniyeta cîhadîst êrîşên xwe birin ser hemû nirxên mirovahiyê, li beramberî vê berxwedaniya ku li çar parçeyên kurdistanê heya cihanê bi yekîtiya jin û gelan bû kelehek berxwedanê, binketinek mezin jiyan kir. Bi vê binkeftinê em dikarin bêjin ku sosyalîzma civakî pergala kapîtalîst bi binxist.
YPJ’ê di şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê de bi berxwadaniyeke mezin têkoşîna jina Kurd bi giştî cihanê da nasîn. Girîngiya fikir û vîna jina azad dîsa girîngiya parastina rewa û rêxistinkirinê bi rol û misyona ku hildaye ser milên xwe, ji giştî cihanê re da nîşandan. Hêzên YPJ geh edûleyek bû ku di çiyayên Şengalê de şer dikir û dibû dengê qêrîna jinên êzîdî, geh li Reqqa dengê azadiya jinan bû ku çarşefên reş diqetand û di rûyê DAIŞ’ê dida, geh li kêleka kalepîran di eniyan de bû, geh li nava taxan de li rex dayîkan bû, geh kêleka zarokan di bin tang û topan de li berxwe dida.
‘Çareseriya Sûriya demokratik, bi hevpar têkoşina azadiyê re gengaz e’
Em wek YPJ’ê xwedî şehîdên mîna Silava Efrîn, Avêsta Xabûr, Sosin Bîrhat, Jiyan Tolhildan, Jinda til temir, Şervin Serdar, Roj Xabûr û Şîlan Qamişlo û Warşînan. Em xwedî deryayek şehîdan in. Em wek YPJ’ê hemû berpirsyartiya azadiya jinên hemû netewan hildigrin ser milên xwe. Û ji bo nirxên gelê heremê û cihanê biparêzin dilsoziya xwe ya ji azadiyê re dubare tînin ziman. Em bi bedelên giranbûha gihane van rojan, lê hîna di roja me ya îro de li ser jinan û gelên heremê tehdîdên mezin ku bi ferasetên cîhadîstan de meşandin hene. Ji bo vê em dûbare bang li hemû jinan û gelan dikin û dibêjin çareseriya Sûriya demokratik, bi hevpar têkoşina azadiyê re gengaz e.”