YPJ: Em ê mizgîniya azadiyê bidin tevahî jinan

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek nivîskî weşand û got: “Emê her cure polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin, siberojên azad û aram diyarî tevahî jinan û mirovahiyê bikin.”

Navenda Nûçeyan-Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek nivîskî weşand. 

Peyam YPJ wiha ye: 

“Em 8’ê Adarê roja serî hildan û raperîna jinan, roja berxwedan û têkoşînê li hemû jinên cîhanê û li rêhevalê herî rast ê jinê li Rêber APO pîroz dikin. Bi boneya vê roja pîroz em hemû şehîdên şoreşa azadiya jin bi bîrtînin û soza bilindkirina têkoşîna azadiyê nû dikin.

Li hemberî her cûre polîtîkayên qirkirinê têkoşîna xwe bilind dikin

Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro em li ser mîrateya giranbiha ya jinên berxwedêr ên cîhanê meşa xwe ya azadiyê didomînin. Me ala berxwedan û serfiraziyê ji Roza Luxemburg, Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Leyla Xalid, Sakîne Cansiz û Gûlnaz Karataş hilgirt û îro em bi qehremanên cenga Rojava Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Zîlan Hesekê, Tolhildan Raman, Rojda Minbic û Sorxwîn Rojhilat’an ber bi şoreşa jinê ve dimeşin. Weke hevrêyên van jinên leheng em şanaziya vê dijîn û bi hêrseke mezin li hemberî her cûre polîtîkayên qirkirin, dagikerî û tecrîdê, têkoşîna xwe bilind dikin.

Ji New York’ê heta Afganîstanê, ji Şengalê heta Îranê, em ruhê berxwedaniyê yê tevahî jinên cîhanê ku textê desthiladariya mêr dihejîne û gihandiye ber hilweşînê silav dikin;  em ji vir, ji warê şoreşê ku tarîtiya sedsalê lê hate têkbirin û ala berxwedana jinan lê hate bilind kirin silav û hezkirinên xwe ji tevahî jinên têkoşer ên cîhanê re dişînin.

Tekoşîna jinên Rojhilata Navîn

Îro jinan li her çar aliyên cîhanê li hemberî aqilê zilam ê desthiladar ku bi şer, talan, destdirêjî û qirkirinê xwe bi pergal dike, serî rakiriye. Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên YJA Star’ê li hemberî çekên kîmyewî şerê rûmetê didin meşandin, li Îranê li hemberî her awayî destdirêjî, darvekirin û zordariya li ser jinan, bi ruhê Jîna Emînî jinên Fars û Rojhilatî, bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî banga jiyaneke bi rûmet dikin, li Afganîstanê li hemberî hovîtiya Talîban, jinên Afganî serî hildane û bi israr daxwaza azadiyê dikin. Li vir, li Rojava û li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî li hemberî DAIŞ’a ku wek hêza herî terorîst a cîhanê hate bi navkirin û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk jinên Ereb, Kurd, Ermen, Asûrî, Sûryanî bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwe bi rêxistin dikin û bi yek ruhî hemû qadên jiyanê hembêz dikin, destkeftiyên şoreşê diparêzin. Ev enerjiya herikarbar a jinan ku diherike yek rûbarî, dibe çavkaniya azadiya tevahî civakê, ev yek jî coş û kelecana me ya têkoşînê xurtir dike.

Em ê mizgîniya azadiyê ku bi biharê re geştir dibe, bidin tevahî jinan

Bêguman bi saya fikir û ramanên Rêber APO ku bîrdoziya rizgariya jinê di rojek wiha pîroz, di roja 8’ê Adarê de diyarî me tevahî jinan kir, em gihan van rojan. Ji ber wê ye ku şoreşa Rojava wek şoreşa jin hate binavkirin û îro em li ser koka xwe li cewherê xwe vedigerin û dîroka xwe ya azadiyê, bi berdêl, berxwedan û destanên lehengiyê dinivîsînin.

Weke YPJ’ê, em ê mizgîniya azadiyê ku bi biharê re geştir dibe, bidin tevahî jinan û gelên herêmê. Hemû qadên jiyanê wê bi cewher û xemla jinê re bi wate bibin. Ji bo wê xwe rêxistin kirin û li hemberî mêjiyê mêr şer kirin, ancax bi parastinê re gengaz e. Emê bi vî rengî karibin xwe û şoreşa azadiya jinê domdar û mayînde bikin. li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin ku xwe li rêxistinbûnê bipêçin, li her qadê bi parastinê xwe bi çek bikin da ku em bi vîna jina azad, her cure polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin, siberojên azad û aram diyarî tevahî jinan û mirovahiyê bikin.”