YPJ: Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têbikoşin

Bi boneya 5’emîn salvegera dagirkirina Efrînê Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) daxuyaniyek niviskî weşand.

Navenda Nûçeyan – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 5’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve, daxuyaniyek niviskî weşand. YPJ di daxuyaniya xwe de got, “Em soz didin gelê xwe yê xwedî rûmet û her hevrêyekî xwe yê ku li ser axa Efrînê xwîna xwe rijand û hemû şehîdên Gurzê Gelan ku bûne şehîdên azadiyê, em ê welatê xwe ji dagirkeran  re nehêlin.”

YPJ di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Di salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê de em ê bi ruhê şehîdên Berxwedana Serdemê tê bikoşin û bi girêdana welatparêziya gelê xwe tola şehîdên xwe rakin, dagirkeriyê ji axa xwe têk bibin.

Hişmendiya dagirker a ku vîna gelan napejirîne û dijminahiya demokrasî û azadiyê dike, bi qirkirin, komkujî û dagirkirinê ve hewl dide ku hebûna axa azad û civaka azad ji holê rake. Gef û êrîşên îro dewleta Tirk a dagirker  li ser axa Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne jî encamên vê feraseta desthilatdar e ku bi heman armancê qirkirinê hedef dike. Lê gelê me yê berxwedêr tevî hemû êrîş û gefên dagirkeriya dewleta Tirk, li kêleka şervanên xwe di qadên berxwedanê de têkoşîna azadiyê didin. Gelê me di operasyona hewayî ya 19’e Mijdarê de helwesta xwe ya li hember dagirkeriyê dewleta Tirk diyar kir û bi vê sekn û helwesta xwe ji Şehba heya Kobanê û heya Dêrikê careke din xwedî li axa xwe û şoreşa xwe derket.

Em weke hêzeke parastinê bi hêz û vîna gelê xwe bi beden bûne. Ji ber vê yekê jî heta bihûstek axa me jî di bin dagirkeriyê de be, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin gelê xwe yê xwedî rûmet û her hevrêyekî xwe yê ku li ser axa Efrînê xwîna xwe rijand û hemû şehîdên Gurzê Gelan ku bûne şehîdên azadiyê, em ê welatê xwe ji dagirkeran  re nehêlin."