‘Yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd dê çareseriyê bi xwe re bîne’
Endamên Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd gotin: “Çareseriya hemû qeyranên siyasî, êrîşên dagirkerî û pêşîgirtina li kuştina jinan, di Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd de ye.”

Silêmanî – Piştî lidarxistina du konferansên neteweyî yên jinên Kurd li bajarê Amed û Hewlêrê, niha jinên her çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê, amadekarî ji bo li darxistina sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd dikin. Di çarçoveya amadekariyê de, Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd di 27’ê Îlonê de li otela Ramada ya bajarê Silêmanî civîna xwe ya duyem a ji bo guftûgokirina li ser amadekariyên konferansa sêyemîn li dar xist.
Di civîna duyem a platformê de çalakvan û endama Platforma Yekîtiya Neteweyî ya jinan Kurd Gulistan Seîd gotarek pêşkêş kir û got: “Ez Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd weke çareseriya ji bo qeyrana siyasî û demografya dibînim. Niha li başûr di hemû qadan de qeyranên mezin hene her wiha tevî hemû guherînên li herêmê metirsiyek mezin li ser gelê Kurd heye. Ev qutb hukum li ser Rojhilata Navîn dike. Em jî dikevin Rojhilata Navîn, ji ber wê girîng e gava yekem jin biavêjin. Ji ber jin di hemû krîzên li welatan rûdidin mexdûr dibin û bi taybetî jinên Kurd. Ji ber ku di hemû jenosîd û şerên li herêma Kurdistanê yên di demên borî de qewimîn, jin qurbaniyên yekem bûn. Zarokên wan şehîd bûn an jî winda bûn. Her wiha jenosîda Êzidî û jenosîda Helebceyê belgeya herî baş e ku tê de jin bûn qurbaniyên yekem. Ev tevî jenosîda Barzaniyan ku ku me dît çi bi serê Barzanî û jinan li Hewlêrê hat. Ji ber wê madem jin qurabaniyên yekemîn, girîng e xebat û têkoşna jinan didome. Ji ber vê divê jin yekîtiya neteweyî ava bikin. Ji ber gelê Kurd her dema ku bûye yek destkeftiyên wan mezin bûne.”
‘Li herêma me dîrok xwe dubare dike’
Gulistan Seîd wiha got: “Li Başûr ezmûna me ya eniya Kurdistanê heye. Ew dema eniya Kurdistanê ku bi tevahî dengê partiyên siyasî biryar da û gelê Kurd ji rejîma Baasê rizgar kir divê niha ji bîra me neçe ku ev herêma me dîrokekê dubare dike ku mixabin dibêjim ku dîroka serdema Osmanî û Sefewiyan. Ji ber wan biryar li ser nexşe û hikum û têkoşîna xelkê Kurdistanê dane û nahêlin xelkê Kurdistan bi ezmûn û têkoşîna xwe bigihîjin armanca xwe. Ji ber wê li vê derê ger em balê bikşînin ser herêma Kurdistanê pabendbûna sînorê nêzî vê derê ye. Ew jî wisa dike ku ew biryar li ser bidin û destwerdana kar û sewqiyata leşkerî bikin. Mînak çima her welatek bixwaze şer tîne welatê me û me Kurdan tê de dike qurbanî? Ji ber ku li gorî pênaseya wan em şervanên baş in. Li cihê pênaseyên ji bo me ev gel ji dixwazin azad bin û wekî her gelî bi mafên xwe bijîn.”
‘Baweriya niştimanî kêm bûye’
Gulistan Seîd da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê di nava xelkê de baweriya bi nîştîmanî û neteweyî kêm bûye. Ev jî sedemên wê hene. Mixabin bi ciwanên vê serdemê re em dibînin ku bawerî kêm e. Di demeke ku em jî nifşê têkoşîn û xebatê bûn, kesûkarên me şehîd bûn û jiyana xwe ji dest dane û gundên me wêran bûn lê belê ciwanên niha vê tênagihîjin, ji ber wê bêhêvîtî çêbûye.”
Pirsgirêka perwerde û tenduristiyê
Gulistan Seîd di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa pirsgirêka mûçe kir: “Ji 2014’an ve pirsgirêka me heye, ew jî pirsgirêka mûçe ye ku mafê sereke yê welatiyan e, roj bi roj girantir dike. Niha xelk tenê daxwaza çavkaniya debara jiyana xwe dike, daxwaza mûçe dike, ev jî pirsgirêka herî mezin e. Ji ber wê vê desthilatdariyê wisa kiriye ku perwerde vala biçe ku tişta herî girîng di civakê de ye. Li gorî zagonê erka hikumetê ye heta asta pola 9’ê navîn hemû kes bixwîne. Lê belê niha xwendekar ber bi îflasê ve diçe. Ev çend sal in ji ber boykota berdewamî xwendin bi paş ketiye. Ev pirsgirêka sereke ye. Pirsgirêka din jî tenduristî ye, gelek nexweşxaneyên taybet li hemû bajaran vekirine. Erka hikumetê ye, aliyê tenduristiya baş ji bo xelkê dabîn bike. Bi awayekê yên ku xizan in bimrin lê belê xelkên xwedî madiyetek baş li nexweşxaneyên taybet li çareseriyê digerin. Li cihê ku hikumet erkê xwe bi cih bîne, nexweşxaneyên hukmî ji bo nexweşxaneyên taybet kiriye riyek, ji bo nexweşan ji nexweşxaneya hikumetê bişînin nexweşxaneyên taybet, vê yekê jî xelkê bihêvî kiriye.”
‘Divê jin gendeliyê qebûl nekin’
Gulistan Seîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li herêma me divê em jin gendeliyê qebûl nekin. Bi riya vê platformê em dikarin parastina mafên neteweyî yê xwe bikin û neteweyî bigrin ji bo xelkê Kurdistanê. Ji bo wê yekîtiya neteweyî weke çareseriyek guncaw dibînin û gavek hêja ji bo jinan dizanim ku jin divê wê rolê bigre. Ji ber wê ji bo rêveberiya jina, yekîtiya jinên Kurd, desthilatdar û azadiya jinan re erê.”
‘Niha tevgerên mezin li cîhanê li dijî dagirkeriyê hene’
Rêveberiya Rêxistina Azadbûn û endama Platforma Neteweyî ya Jinên Kurd Helwêst Abdullah wiha got: “Îro li cîhanê pergaleke sermayedar û mêrsalar heye. Di heman demê de pergalek dagirkeriyê heye. Berê bi awayê leşkerî bû lê belê niha bi awayên cuda cuda dike. Ji ber wê ev du mijar girîng in ku em bi başî li ser bisekinin û guftûgo li ser bikin. Di heman demê de bibe sedemek ji bo em şîrove bikin da bizanin ku ev cîhane çawa bi rê ve diçe. Niha tevgerên mezin li cîhanê li dijî dagirkeriyê hene. Her wiha ew çawa ji Efrîqa re dibêjin welatê hejar, ji me re jî ku em xwedî birên neftê ne dibêjin welatê bi paş ket. Di sala 2003’an de Emerîka bi navê pêvajoya azadiyê hemû qadên li nav Iraq û herêma Kurdistanê dagir kir. Ji ber wê ew jê re dibêjin banqa navneteweyî. Sindoqê diravê navneteweyî, rêxistina bazirganiya cîhanê, tu sînorek jê re nemaye. Şîrketên wan hemû dahatê ji çiyayên Qerdaxê û li her cihekî neftê heye derdixe û dibe û li vê derî ji bi peymana ku 50 salan, nefta vê derê dibe. Lê belê hêza parastina xelkê li ser wê xakê gelek kêm e. Ji ber her dem welatên dagirker siyaseta wan vî gelî paşve bixe heye. Dixwazin bêjin tu nexwendavanî, tu dîroka te nîne, divê ez bêm te azad bikin, ji ber wê ev mijarane girîngin ku em li ser nîqaş bikin.”
‘Berhemên vê pergalê şewitandin û kuştina jinan in’
Helwêst Kerîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber berhemên vê pergalê kuştin û şewitandina jinan e. Darên du sedsalî şewitandin. Her wiha di vê salê de 4 şehîdên me yên jîngehê hebû. Li Rojhilatê Kurdistanê ev nêz du mehane Merîwan dişewite. Hikumet jî qet karekî nekirine. Belkî bi xwe sedemên şewitandine. Ev berhemên dewlet neteweyan e û pergala sermayedar a mêrsalarî û dagirkeran e. Di heman demê de anîna îslama siyasî ku armanc ew bû ku îslama siyasî ku Qeter, Tirkiye û Siûdiyê li gorî berjewendiyên xwe aniye vê derê. Ji ber wê li vir jin hene di nava pîşesaziyê ciwankariyê de bedenê wê kirine amûr. Piranî neteweyên Kurd niha misilman in. Îslama siyasî pirsgirêkê di nava civaka me de ava kiriye. Ji ber ola îslamê her dem peyama aştiyê dane. Lê belê niha ne îslama siyasî hatiye civakê têk dide. Ji ber wê girîng e ev weke bingeha serekî li ser nîqaş bên kirin. Di heman demê de şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li Rojhilatê Kurdistanê heye. Her wiha şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistan ku her dem dibêjim dîroka pênc hezar salên mêrsalarî hilweşandiye. Têkoşîna jinan li başûrê Kurdistanê di heman demê de tevgera ekolojî, wisan dike ku wek ezmûn hemû sûdê ji bigrin û ji bo pêşîlêgirtina ew pergala ku îro bi siyasetên cuda cude xak, jin û xwezaya me têk daye serî rakin.”