Yekîtiya jinên Ermen kongreya xwe ya 2’yemîn li dar dixe

Yekîtiya Jinên Ermen bi dirûşmeya “Wekhevî, jiyan, azadî, têkoşîna jina Ermen’ kongreya xwe ya 2’emîn li dar dixe.

Hesekê –Yekîtiya Jinên Ermen bi dirûşmeya “Wekhevî, jiyan, azadî, têkoşîna jina Ermen’ kongreya xwe ya 2’emîn li dar dixe. Kongre li xwaringeha Marbêl a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê tê lidarxistin. Zêdetirî 150 nûnerên rêxistin û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kongreyê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên li ser jinan ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ermen Losnak Kavoriyan ve hate xwendin.

Piştre seroka Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan axivî û got: “Armanca me sereke ku em bikarin rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û gelê xwe ji komkujî û qirkirinan biparêzin. Wekî jinên Ermen me di bin paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwe birêxistin kir. Her wiha ji bo komkirina civaka Ermen û xwedî derketina li dîrok û nasnameya xwe kar û xebat didin meşandin. Ji bo wê îro em li vê derê kombûn da ku em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û bibin bersiv ji planên qirkirin, tunekirin û koçberkirina gelê me.”

‘Yekîtiya Jinên Ermen di pêşxistina Şoreşa Rojava de rol girtin’

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo tekez kir ku Yekîtiya Jinên Ermen di Şoreşa Rojava rolek pêşeng lîst û wiha axaftina xwe domand: “Yekîtiya Jinên Ermen di bin paradîgmaya Netewa Demokratîk xwe birêxistin kir, di pêşxistina Şoreşa Rojava û di komkirina jinên Ermen de rolek pêşeng lîst. Îro Yekîtiya Jinên Ermen li hember planên qirkirin, talakirin û koçberkirina gelê Ermen şer dike. Planên ku tê meşandin ne tenê li ser civaka Ermen e. Her em vegerin dîrokê li ser her netewekî komkujiyek hatiye meşandin ji bo wê îro em wekî rêxistinên jinan doza me yeke û di bin yek dirûşmê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe birêxistin dikin û asta tekoşînê bilindtir dikin.”

‘Ermen, Êzidî, Kurd, Ereb û Suryan bi hev re destkeftiyan bi dest xistin’

Di berdewamiya kongreyê de li ser navê Malbatê Şehîdan Hêvî Seyîd axivî, diyar kir ku deskeftiyên ku hatine bidestxistin bi ked û fedekariya jinên tekoşer e û wiha got: “Deskeftiyên dîrokî di encama berxwedana jinên tekoşer yên Ermen, Êzidî, Kurd, Ereb û Suryan hatine bi dest xistin. Şehîdên me rêka berxwedaniyê esas girtin lewma em jî şopdarê vê riyê ne ku di vê riyê de em xwe nas dikin û xwe ji tunekirinê diparêzin. Lewma îro erka me ya sereke ku em xwedî li doza şehîdan derkevin û ji vê pêvajoyê re bibin bersiv ku em bibin xwedî nasname û seknek azad.”

‘Jin di bin heman dirûşmeyê de şerê hişmendiyê dike’

Her wiha Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qehreman tekez kir ku di Şoreşa Rojava de jin li hemberî planên qirkirin, koçberî û windakirin tekoşînek mezin dide meşandin û wiha domand: “Dewletên hegemon ku bi hişmendiya xwe desthilatdar, baviksalarî û kampîtalîzmê şerekî qirêj li dijî hebûn, tekoşîn û berxwedaniya jinan dide meşandin. Bi vê yekê dixwazin rastiya jinê winda bikin û civakê kole bikin. Rêxistinbûyîna jinan di bin yek dirûşmeyê de bersiva herî xurt ji vê hişmendiyê ye ku jin ji siyaset û planên wan teslîm nebûye.”

‘Bi ‘Jin Jiyan Azadî’ yekîtî dan avakirin’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Remziya Mihemd jî wiha anî ziman: “Îro jin di Şoreşa Rojava de li hember planên dagirkerî, komkojî û qirkirinê yekîtiya xwe avakirine û di bin yek dirûşmê de şerê hişmendiya desthilatdar a qirker dike û di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” yekîtî û rêxistinek xurt daye avakirin. Êrîş û planên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin berdewama komkojî û planên ku di sala 1915’an de pêk hate.”

‘Tekoşîn û berxwedana jinên Ermen li ber çav e’

Seroka Desteya Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer Kongra Yekîtiya Jinên Ermen pîroz kir û wiha got: “Di vê qonaxa hesas de jina Ermen xwedî rolek girîng lîst. Jina Ermen îro xwedî li ziman, çand, nasname û hebûna xwedî derdikeve û em keda wan silav dikin.”

Di kongreyê de sînevîzyonek li ser kar û xebatên Yekîtiya Jinên Ermen hat pêşkêşkirin. Bi berdewamiya bernameyê dê li ser sîstema hundirîn a Yekîtiya Jinên Ermen were rêzikname xwendin û niqaş li ser were kirin. Tê payîn ku dê kongre bi encamnameyê bi dawî bibe.

Kongre berdewam dike.