Yekîtiya Jinên Ciwan 5’emîn kongreya xwe li dar xist

Bi dirûşmeya “Bi Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” Azad Bike Rêbertî” 5’emîn Kongra Yekîtiya Jinên Ciwan ya Rojavayê Kurdistan û Sûriyî li Hesekê hate li dar xistin.

Hesekê – Di bin dirûşmeya “Bi Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” Azad Bike Rêbertî” 5’emîn Kongra Yekîtiya Jinên Ciwan ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyî li Hesekê  hat lidarxstin. 500 delege ji endamên Yekîtiya Jinên Ciwan nûner û rêxistinên jinan yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê beşdarî kongreyê bûn.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Endama Mekteba Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanên Sûrî Nadiya Yûsif kongra 5’emîn pîroz kir. Nadiya Yûsif wiha got: “Em xwedî tevgerek û hêzek hêvî û xelasiya gelan ji planên qirkirin û tunekirinê ne. Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinên ciwan dest pê kir xwe dispêra dîrokek 50 sal e. Gerek em wekî jinên ciwan di vê kongreyê de ji xwe bipirsin û niqaş bikin ku li gor şerê gelê şoreşgerî me çiqas xwe birêxistin kir. Divê em di xeta şerê gelê şoreşgerî xwe bêtir bi rêxistin bikin. Em ê deskeftiyên şoreşê bi rêxistinkirina cvakê li ser xeta şerê gelê şoreşgerî biparêzin. Lewma ev kongre em ê du xalên girîng dest bigrin. Ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xurtkirina rêxistinbûyîna jinên ciwan li ser xeta şerê gelê şoreşgerî ye.”

Di berdewamiya bernameyê kongrê de nerînên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan derbarê jinên ciwan de weke sînevîzyon hat temaşekirin. Her wiha niqaş li ser rewşa siyasî, rêxistin û rewşa jinên ciwan hate kirin, peyî wê sîstema hundirîn hate xwendin.

Piştî nîqaşên ku di kongreyê de hatin meşandin plansaziya xebatên du salan hat diyarkirin.

Kongre bi hilbijatina Meclisa Yekîtiya Jinên Ciwan a ji 35 kesan pêk tê bi dawî bû.