Yekîtiya Cotkar û Sewaldarî: Dewleta tirk dibe sedema aloziya aborî

Yekîtiya Cotkar û Sewaldarî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Hesekê - Dewleta tirk a dagirker bê navber êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Ev êrîş rê li ber karê cotkaran digre. Têkildarî vê mijarê Yekîtiya Cotkar û Sewaldarî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan û gotin: “Êrişên tên kirin rê li ber karê xwe kirina cotkaran digre.”

Daxuyanî li ber Navenda Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ji aliyê Hevserokê  Yekîtiya Cotkar û Sewaldarî yê kantona Hesekê Mihemed Cuma Hemîd ve hate xwendin.

Di daxûyaniyê de wiha hat gotin: "Erîşên dewleta tirk a dagirker a li ser herêmên me dibe sedema ku rê li ber cotkaran bigre ku erdê xwe biçînin û jê sûd bigrin. Îro herêma me li ser karê cotkaran xwe bi rêve dibe. Lewma em van êrîşan bi tundî şermezar dikin, beriya niha şewata ziviyan bû û qûtkirina avê bû, lê niha bi êrîşên xwe rê li ber cotkaran digre û ev dibe sedema ku aloziya aborî kûrtir bibe. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku rê li ber êrîş û dagirkeriya Tirkiyê bigre da ku rewşa aborî ya li herêmên me baş bibe."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Na ji êrîş û dagirkeriya dewlate tirk re" bi dawî bû.