Yekitiya Azad a Karkerên Îranê: Divê cezayê darvekirinê were rakirin
Yekitiya Azad a Karkerên Îranê li dijî cezayên darvekirinê bang kir û ragihand ku divê demil dest desthilata dadweriyê dev ji cezayên dermirovî yên darvekirinê berde û tevahî girtiyên siyasî werin azadkirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241120-20241120-20241021-20241021-pkhshan-zyzy-w-wryshh-mrady-bh-12-mah-hbs-dr-yk-prwndh-sazy2024-jpgb260a0-image-jpg8de507-image-jpg054c2b-image-1-jpg0893f1-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Yekitiya Azad a Karkerên Îranê têkildarî cezayên darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û 6 girtiyên din ên Kurd û her wiha li ser zêdebûna cezayên darvekirinên yên li dijî girtiyên siyasî daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Cezayên darvekirinê yên li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û 6 girtiyên Kurd hatî birîn, êrişek hovane ye li ser îrade û hêza gelê Îranê ye. 2 sal bi ser Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re derbaz dibe. Divê demê de carek din pêla derxistin û pêkanîna cezayên darvekirinê gihiştiye asta herî bilind. Ev jî ji ber polîtîkayên zextê yên saziyên ewlekarî û darazê pêk tê. Zext û tehdîd bi rêya derxistin û sepandina cezayên darvekirinê yên nemirovane ji aliyê saziyên ewlekarî û dadweriyê ve her ku diçe zêde dibe. Divê demil dest cezayên nemirovane yên darvekirinê werin bi dawîkirin. Divê cezayên li dadgehên li çar aliyê welêt tên dayîn bên betalkirin û hemû girtiyên siyasî û îdeolojîk demildest bên berdan.”