Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê kongra xwe ya duyemîn lidarxist

Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê di bin dirûşmeya”Bi vîn û rêxistinê em ê hewldanên qirkirinê têk bibin” kongra xwe ya duyemîn li darxist.

Hesekê - Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê di 2020’an de ongra yekemîn li Amûdê li darxisti bû. Îro di bin dirûşmeya ”Bi vîn û rêxistinê em ê hewldanên qirkirinê têk bibin” kongra xwe ya duyemîn li xwaringeha Mar Bêla a bajarê Hesekê lidarxist.

‘Li hember ferman û qirkirina gelê Êzîdî xwe rêxistinkirin tek çare ye’

Di kongirê de 100 delege ji Nûnerên Rêveberiya Xweser, tevgerê jinan, endam û rêvberên Malên Êzidiyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê Heya Reşo axivî û got:

” Em di bînin ku civaka Êzîdî bêtir di rewşek aloz de ye, ji ber ku gelek ferman bi serê wan hatin. Li hemberî vê rewşê, rêxistinkirina civaka Êzidî tek çare bû, li dijî ferman û qirkirinê civaka Êzîdî di Sûriyeyê de, îro em kongra xwe ya duyamîn li dar dixin. Di kongeyê de em ê bêtir behsa xurtkirina rêxistinkirina civaka Êzidî û vegera xelkên Êzîdî li bajar û gundê xwe bikin . Emê bi yek ruhî planên qirkirin û fermanan bi taybet li ser civaka Êzîdî têk bibin û ji tevahî cihanê re em bêjin em civakek xwedî çand, ziman, ol û rêxistinkirînê ne .”

‘Bi saya ramanê Ocalan civaka Êzîdî xwe birêxistin kir’

Rêvberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî Hediya Şemo teqez kir ku lidarxistina kongra duyemîn a Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê bersiva êrîş û planên qirkirinê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir:  “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demek pir hesas re derbas dibe . Rojane êrîş û hedef girtin heye, ruxmî wê jî îro em kongra xwe ya duyemîn li dar dixin. Ev ji bo me gavek serkeftinê ye ku em bikarin xwe li hemberî van êrîşan birêxistin bikin. Civaka Êzîdî û ola Êzîdî ya her kevnar e. Lê mixabin çiqas şaristanî pêşket ev civak rastî gelek fermanan hatin. Li hemberî 74 fermanan civaka Êzîdî li berxweda, bi taybet jina Êzîdî di fermana ber çav ya 2014’an de yê ku bû qurban jina Êzîdî bû . Em hemû şahidê wê fermanê ne ku çawa jin û zarok rastî gelek işkence, lêdan û revandin hat. Heya roja îro jî jinên Êzidî windayî ne . Jina Êzidî ji bo parastina civak, bawerî û ola xwe bike îro xwe birêxistin kirin li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê . Em wekî civaka Êzidî deyndarê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan in. Ji ber ku di riya vê felsefeyê îro me  gavên serkeftî avêtin û civaka Êzîdî ji qirkirinê xelas bikin.

Sinevîzyon li ser kar û xebatê 4 salan yê Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê hate pêşkêşkirin.

‘Rêber Ocalan ji bo tevahiya civakan xelasiya ji qirkirin û fermanan e’

Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrînê Gulê Cafer derb arê rola jinên Êzîdî di parastina civaka Êzîdî de ji ajansa me re nirxandin kir û got: “Rola jinên Êzîdî bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan misoger bû û xwe birêxistin kir. Beriya Şoreşa Rojava jina Êzîdî xwest xwe birêxistin bike, ji ber ku em wekî civaka Êzîdî gelek ferman bi serê ma hatine . Me dît ku di riya fikir û ramanê Rêber Ocalan de jina Êzîdî dikare xwe û civaka xwe biparêze  Rêber Ocalan ji bo tevahî civakan xelasiya ji ferman û qirkirinê pênase dike. Di bin wê fikir û felsefeyê û wê baweriyê de di sala 2008’an de jina Êzîdî tekoşîna xwe li Heleb des pê kir û komeleya Êzîdiya çêkir. Ruxmî şert û mercên zehmet, di bin zexta rêjîma Baasê de me konferansa komeleya Êzîdiyan çêkir. Piştî Şoreşa Rojava me pêwistî dît ku em xweseriya xwe çêkin û me konferansa Yekîtiya Jinên Êzîdî li Efrîn da çêkirin. Tekoşîna me berdewam kir heya ku em koçber bûn û li Şehba di bin tanq û topên dewleta Tirk û çeteyên wî, her wiha dorpêçkirina rêjîma Sûriyeyê, me konferansê duyamîn çêkir. Bi encamê ked û tekoşîna jina Êzîdî îro em kongra duyemîn a Êzîdiyên Sûriyeyê li dar dixin.

‘Di hevpeymana civakî de ola Êzîdî olekî serbixwe ye’

Gulê Cafer di berdewama axaftina xwede wiha got:”Em wekî jinên Êzîdî ger di Şoreşa Rojava de xwe birêxistin nekin emê rastî tunekirinê werin . Ji bo ku em rê li ber p lan û fermanên dijmin bisekinin pêwiste em xwebirêxistin bikin . Xelasiya me , azadiya me ku em dibin pergala Netewa Demokratîk xwe birêxistin  û zane bikin, da ku em rola xwe di hundirê şoreşê de baş bilîzin û xwedî li destkeftiyên pîroz derkevin. Di dîrokê heya roja îro de cara yekemîn ku civak, ol û baweriya Êzîdiyan tê qebûlkirin. Di hevpeymana civakî de madeyek taybet hate nivîsandin ku civaka Êzîdî xwedî maf,rol û misyon be. Di xala 41’an de hate nivsandin ku ola Êzîdî olek serbixwe ye û mafê wê heye parastina çand, hebûna xwe bike. Ev gavek dîrokî ye û projeyek serkeftî ye ku mirov di wê baweriyê de ku Rêveberiya Xweser wê hemû civakan ji qirkirin û fermanan biparêze.”

Di berdewamiya ma kongreyê de rapora 4 salan a xebatên Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê hate xwendin û niqaş li ser pêşxistina kar û xebat hate kirin.

Kongre bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê dibistana parastina mal û milkên Êzîdiyan were çêkirin, navendek ji bo Yekîtiya Êzîdiyan li Qamişlo ava bikin û ola Êzîdî li cihên ku Êzîdî bi cih dibin were dayîn.