Yekemîn seroka jin a Hondurasê got: Elektrîka welatiyên xizan dê bêpere be

Yekemîn seroka jin Xiomara Castro ku duh li Hondûrasê dest bi wezîfeyê kir, diyar kir ku heta 150 kWh kerebe dê ji bo welatiyên di bin xeta xizaniyê de bêpere be û peyam da ku dê li welat edaleta civakî pêk were.

Navenda Nûçeyan- Talîmata yekem a serokomara nû Xiomara Castro ku duh li Hondurasê sond xwar, ew bû ku ji bo milyonek malbatên di bin xeta xizaniyê de dijîn, fatûreyên elektrîkê yên heta 150 kWh neyê birîn. Xiomara Castro ya ku wek yekem seroka jin a welat ket dîrokê, bi hevjînê xwe Manuel Zelaya re ku di sala 2009’an de bi derbeya bi plana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatibû hilweşandin, beşdarî merasîma li bajarê Tegucigalpa bû.
Kesên xwedî dahata bilind dê heqê elektrîkê bidin 
Xiomara Castro ya seroka nû ya Hondûrasê ku ji sedî 66’ê nifûsa wê di bin xeta xizaniyê de dijî, daxuyand ku lêçûnên elektrîkê yên mijara gotinê dê ji hêla yên zêde bi kar tînin xwedî dahata bilind ve were pêşwazîkirin. Her wiha Xiomara Castro di merasîma sondxwarinê de got ku ew ê ji bo kesên ji ber parastina çavkaniyên avê hatine girtin edalet pêk were têbikoşe. 
Edaleta civakî dê pêk were
Xiomara Castro di axaftina xwe de wiha got: "Rêveberiya min dê qirîna talanê ya ku nifşên ciwan mehkûmî dayîna deynê giştî yê ku elîtan li dû xwe hiştiye berdewam neke.” Xiomara Castro got ku armanca wê ew e aboriya neteweyî li ser bingeha zelalî, karbidestiya hilberînê, pergalek edaleta civakî ku dabeşkirina serwet û dahata neteweyî di berjewendiya piraniyê de misoger dike, rizgar bike.