Piştî 144 salan jinek bû seroka Baroya Stenbolê
Ji Koma Parêzerên Yekemîn a Îlke Çagdaş Fîlîz Saraç bû seroka nû ya Baroya Stenbolê. Ji bo Baroya Stenbolê ya 144 salî, cara yekem jinek hat hilbijartin.

Navenda Nûçeyan – Li Stenbol a bajarê herî mezin ê Tirkiyê, hilbijartinên baroyê hatin kirin. Di Hilbijartina Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê ya 52’yemîn a ku li Navenda Kongreyê ya Haliçê hat kirin de namzeta Koma Parêzeran a Îlke Çagdaş Parêzer Fîlîz Saraç bi ser ket. Piştî civîna roja borî, dengdanê duh danê sibê dest pê kir. Di dema dengdayînê de posterên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da û Ebru Tîmtîk a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, hatin hilgirtin. Li salona ku dengdayîn pêk hat pankarta bi nivîsa “Em Geziyê diparêzin” ji aliyê Baroya Stenbolê ve hat daliqandin.
Dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin
Li aliyê din parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) li stantên ku li baxçeyê navenda kongreyê hatin vekirin, bi stranên Kurdî govend gerandin. Piştre Hevseroka OHD'ê Îlknur Alcan a li ser navê jinên OHD'ê derbarê êrişa li dijî Parêzer Aryen Turan a ji ber dirûşma Jin, jiyan, azadî berz kir rastî êrişê hat, daxuyaniyek da. Îlknur Alcan, êrîşa li dijî Aryen Turan şermezar kir û diyar kir ku hemû cîhan piştgiriyê dide têkoşîna jinên Îranê, lê êrîşa li Meclîsa Giştî ya Baroya Îzmîrê nîşaneya faşîzmê ye. Îlknur Alcan bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" bertek nîşanî êrîşê da. Di vê navberê de jinên OHD'ê heman dirûşme qîriyan û bi deqeyan li çepikan xistin.
Fîlîz Saraç di hilbijartinê de bi ser ket
Bi dawîbûna proseya dengdanê, proseya hejmartina dengan dest pê kir. Di hilbijartinên ku namzetên Yekemîn Koma Hiqûqnasên Îlke Çagdaş, Tevgera Yukseliş, Koma Mafên Parêzeran, Koma Hiqûqnasên Serbixwe, Tevgera Hiqûqnasên Ciwan, Baroya Xurt, Yekîtiya Hiqûqnasên Stenbolê, Koma Hiqûqnasên Neteweperest a Stenbolê, Yekemîn Koma Parêzeran a Îlke Çagdaş û Koma Yekemîn a Parêzeran di nav pêşbirkê de bûn, li gor hilbijartinên nefermî namzeta Koma Hiqûqnasên Îlke Çagdaş Parêzer Fîlîz Saraç bi 7 hezar û 96 dengan bi ser ket. Bi serketina Fîlîz Saraç ev 144 sal in cara yekem jinek wek seroka Baroya Stenbolê hat hilbijartin.