Yekemîn agirê Newrozê li ser gora Jîna Emînî hate pêxistin

Di serhildana “Jin, jiyan, azadî” de yekemîn agirê Newrozê li ser gora Jîna Mahsa Emînî hat pêxistin.

Navenda Nûçeyan - Serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî di Îlona 2022’an de li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê polîsên ‘exlaq’ ve hatibû destpêkirin, di meha 7’an de ye. Berxwedana ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê rabû, bi Newrozê re hê zêdetir bû.

Kolanên Rojhilatê Kurdistanê bi agirê Newrozê hatin ronîkirin. Yekemîn agirê Newrozê yê herêmê ji aliyê bavê Jîna Mahsa Emînî ve li ser gora wî ya li goristana Eyçî ya bajarê Seqizê hat pêxistin. Li ser gorê awazên berxwedanê hatin gotin.