Yekem rûniştina doza Esfehan El-Meşherî pêk hat

Piştî demek dirêj ji çalakiyên jinan û gel ve, Dadgeha Cezayê ya Taybet a li Taîzê rûniştina yekem a darizandina bersûcên kuştina rêveberê Fona Paqijkirin û Başkirinê Esfehan El-Meşherî, vekir. Jinan diyar ku doza Esfehan doza hemû jinên Yemenê ye.

RANYA ABDULLAH

Yemen – Rayedara xwecihî û Rêvebera Fona Paqijkirin û Başkirinê Esfehan El-Meşherî li Taîzê di Îlona sala 2025’an de di bûyereke sûîkastê de hat kuştin. Di bûyeraku li navenda bajêr bi gulebaranê pêk hat de hedefa rasterast Esfehan bû. Bûyera kûştina Esfehanê, kolanên Yemenê hejand. Ev yek bû sedema pêlek berfireh a hêrsan û zêdebûna daxwazên gelêrî. Jinan ji bo eşkerekirina sûcdaran û darizandina wan bang kirin.

‘Danişîna yekemîn piştî 7 mehan pêk hat’

Duh, yekem rûniştina darizandina di doza kuştina rayedara hikûmetê û rêvebera Fona Paqijkirin û Başkirinê Esfehan El-Meşherî de pêk hat. Li Dadgeha Cezayê ya Taybet a li Taîza li başûrê rojavayê Yemenê, rûniştin piştî zêdetirî 7 mehan destpê kir. Di gavên pêşîn ên dozên li dijî kesên têkildar de, danişîn çêbû.

‘Îdîname û sûcdarî hatin pêşkêşkirin’

Dadgeh û nûnerê Dozgeriya Cezayê ya Taybet beşdarî rûniştinê bûn. Qeydên rûniştinê hatin vekirin û bi navên bersûcan hat gazîkirin. Di dema dozê de mafê wan ê nûnertiya zagonî li gorî mîsogeriya zagonî hat piştrastkirin. Piştre dozgeriyê îdianame û sûcdariyên li dijî wan pêşkêşî bersûcên amade kir.

‘Li gorî proseduran tevgeriyan’

Di dema rûniştina dozê de ji bersûcan re mafê axaftinê hat dayîn ku daxuyaniyên xwe pêşkêş bikin û bersiva îdianameyê bidin. Dadgehê her wiha li gorî prosedurên zagonî yên diyarkirî îtîrazên prosedurî yên pêşîn bihîst.

Di dawiya danişînê de, dadgehê biryara girtin û anîna bersûcên ku ji edaletê reviyane da ku prosedur biqedin û edalet pêk were. Ji bo berdewamiya dozê dîrokek din ji bo danişînê hat destnîşankirin.

‘Daxwazên jin û malbatê darizandinek giştî, vekirî û adilane bû’

Ev darizandin di çarçoveya tevgereke berfireh a jinan û gel yên berdewam li bajarê Taîzê de tê, ku li bajêr li ber Dadgeha Îstînafê xwepêşandanên nerazîbûnê ji aliyê komên jinan û malbata Esfehan El-Meşherî ve hatin lidarxistin. Daxwaza girtina hemû kesên têkildar û lezandina prosedurên darizandinê bi awayekî giştî, vekirî adilane kirin.

‘Doza Esfehan doza hemû jinên Yemenê ye’

Jinên ku beşdarî wan çalakiyan bûn, piştrast kirin ku ew ê heta ku edalet pêk were û hemû sûcdar hesab bidin, protesto û xwepêşandanên xwe yên aştiyane bidomînin. Her wiha dengên jinan her tekez kirin ku doza Esfehan El-Meşherî ku di 18’ê Îlona 2025’an de li navenda bajêr bi zêdetirî 20 guleyan hate kuştin, doza hemû jinan û hemû mirovên bi rûmet ên li bajarê Taîz û bi giştî Yemenê ye.