Yekem car jinek wek wezîra derve ya Koreya Bakur hat tayînkirin
Choe Son Hui bû yekem jina ku wek wezîra derve ya Koreya Bakur hat tayîn kirin.
Navenda Nûçeyan – Choe Son Hui di civînek partiyê de wek wezîra derve ya Koreya Bakur hat ragihandin. Choe Son Hui dîplomat e û pir dizane bi zimanê Îngilîzî biaxive. Di sala 2016'an de ew wekî Cîgira Midûrê Giştî yê Dabeşa Amerîkaya Bakur hate tayîn kirin û di sala 2018'an de wekî Cîgira Wezîr hate tayîn kirin.