‘Yekbûna jinan li Sûriyeyê dê destkeftiyên wan biparêze’

Seroka Desteya jinan a bajarê Kobanê kantona Firatê Cîhan Derwîş a derbarê destkeftiyên jinan li Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî got ku yekbûna jinan li Sûriyeyê dê destkeftiyên wan biparêze.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Li Bakûr û Rojhilatê Sûriye sîstema netewa demokratîk li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rêveberin ku yek ji girîngtirîn awayên avakirina jiyana azad a demokratîk û civakeke demokratîk e. Parastina rastiya civakî, çanda civakê û bi taybet nasnameya jinan dike. Bi sepandina vê sîstemê ji şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ve ku weke şoreşa jinan tê binavkirin; civak û jinan xwe li ser perspektîfên rêveberiya xweseriya demokratîk û projeya neteweya demokratîk birêxistin kirin.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriye zagonên taybet ji bo jinan  bingehê rizgariya ji civaka baviksalarî û pergala dewletê ye. Bi zagonan jin dikarin roleke sereke di avakirina civakeke demokratîk û azad de bilîzin. Her wiha zagonên jinan kar li ser parastina maf û nasnameya jinê dike.

‘Sedsala 21’ê ji bo Kurdan gelek destkeftiyan bi xwe re anî’

Der barê girîngî û zagonên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Seroka Desteya jinan a bajarê Kobanê kantona Firatê Cîhan Derwîş nirxandin kir û wiha got: “Beriya ez behsa zagonên jinan bikim divê em behsa qonaxên ku beriya dewletên desthilatdar hebin bikin. Di dîrokê de gelek caran jin bi şêwazên cûda hatin kolekirin. Di bin gelek navan de zilm li jinan hat kirin her wiha destdirêjî bi hinceta ol, adet, desturên dewlet û desthilatdariyê li wan hat kirin, ev hemû bi armanca dûrxistina wan ji rastî û nasnameya wan bû. Ev jî bû sedema qutbûna jin û civakê. Em dibînin heta roja îro ev yek bandorê li civakên Rojhilata Navîn û cîhanê dike.”

‘Jinan zagon bi îradeya xwe ya azad danîn’

Cîhan Derwîş diyarkir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdariya jinan a çalak di danîna bendên hevpeymana civakî û pêkanîna zagonên taybet de hebû û wiha got: “Yek ji wan zagonên herî girîng jî pêkanîna sîstema hevserokatiyê, di hemû aliyên jiyana siyasî civakî û hwd de ye. Weke perspektîfek sereke di nûnertiya wekhev a di navbera herdu zayendan de ye û rolê di danîna sîstema konfederalîzma demokratîk a jinan de dilîze. Bi destpêkirina şoreşa jinê bi rêjeya ji sedan 50, nûnertiya xwe bi saya projeya neteweya demokratîk di her qadê jiyanê de kirin. Bi vê yekê dikaribûn bibin rêveber û di nava civaka xwe de bibin mînak. Bi têkoşîna xwe karîn bi îradeya xwe ya siyasî û leşkerî zagonên taybet ava bikin. Ji ber wê jin vê zagonê weke mîrateyek ku parastina hebûna wan di civakê de dike dibînin."

‘Hevpeymana civakî gelek girîng e’

Cîhan Derwîş da zanîn ku erêkirina hevpeymana civakî ya nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek girînge û wiha dom kir: “Beriya du salan kar li ser derxistina hevpeymanek a civakî ya nû li Rojavayê Kurdistanê hat kirin. Dîsa jinan ji sedî 50 xwe temsîl kirin, bi beşdariya jinan bi nêrîna xwe bend û bingehên hevpeymanê nivîsandin. Bi taybet bendên girêdayî wan bi îradeya jinan a azad hatin erêkirin. Heta zagona jinan ji bo parastina hebûna wan û bidestxistina mafên wan bi erêkirina wan bû. Bi erêkirina hevpeymana civakî di 12’ê Kanûna 2023’an de biryar hat girtin ku cihek taybet yê jinê hebe û bi riya avakirina meclîsa jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav hevpeymana civakî de ji bo parastina dozên jinan li kêleka meclîsa giştî bin."

‘Yekbûna jinan li Sûriyeyê dê destkeftiyên wan biparêze’

Cîhan Derwîş derbarê armanca yekbûna jinan de ev tişt got: “Meclîsa jinan di nava hevpeymana civakî de ji bo parastina hemû jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebite. Ji bo hemû pêkhate partiyên siyasî her wiha jinên li herêmên dagirkirî xebatên xwe didomîne. Ji niha û pê de dê kar li ser perwerdekirin û hişyarkirina jinan ji bo parastina maf û dozên wan were kirin. Li ser vê bingehê ev meclîs dê bibe dengê hemû jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û dengê azadiya jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê be.”

‘Netewa Demokratîk çareserî ye’

Cîhan Derwîş têkildarî cudahiya di navbera zagonên jinan li ser asta cîhanî û Rojhilata Navîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha got: "Weke min beriya niha jî got projeya neteweya demokratîk çareseriya herî guncaw e ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê. Her wiha şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî çareseriya herî guncaw ji bo hemû pirsgirêkên jinan ên li cîhanê ye.”

‘Divê em zêdetir bixebitin’

Cîhan Derwîş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji me nayê xwestin em xwe bi jinên cîhanê re bixin nava hevsengiyê, lê belê divê em hîn zêdetir kar bikin. Ji bo ji cîhanê re îsbat bikin ku projeya me û şoreşa me çareseriya tekane ya krîzên ku dijîn e. Ji hemû jinên Sûriyeyê re dibêjim ku zagonên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina hebûna jinan û nasnameya wan dikin. Ji bo wê divê em yekdest bin ji bo ev destkeftî werin parastin."