Yek ji bendavên girîng a Rojhilata Navîn di bin êrîşên dagirkeriya Tirk de ye

Bendava Tişrînê ya ku ji girîngtirîn bendavên Rojhilata Navîn e û dikarîbû hevsengiyên hêzên ku li ser erdê şer dikin biguherîne, niha di bin êrîşên hewayî yên dagirkeriya Tirk de xeteriyên hilweşînê û bêkêrbûnê dijî.

SORGUL ŞÊXO 

Tişrîn - Bendava Tişrînê ya ku di serdema 20’an de hatiye avakirin, ber bi 27 saliya xwe ve diçe. Bendava Tişrînê ya ku di serdema 20’an de ango di sala 1966’an de cihê wê hatibû bijartin, di sala 1999’an de piştî xebata 8 salan, qediya. Îsal 26 saliya xwe diqedîne û derbasî sala xwe ya 27’an dibe. Bendav ne tenê binesaziyek jiyanî ye, di heman demê de amûrek siyasî û aborî ye ku dikare hevsengiya hêzên li herêmê biguherîne. Di hema demê de dikare di nakokiyên çavkaniyên avê yên bi welatên cîran re de jî bibe xwediyê aliyek stratejîk û bandorê li rêveberiya çavkaniyên avê yên li Sûriyeyê bike.

Bendava Tişrînê li ser Çemê Firatê ye, bi qasî 115 kîlometre li rojhilatê Helebê, 80 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê û 30 kîlometre dûrî bajarê Minbicê ye. Ew îstasyoneke hîdroelektrîkê ye ku nêzîkî 630 megawat ceyranê çêdike û dide Kantona Cizîrê, Reqa û Tebqa û Helebê jî. Li kêleka wê, alîkariya avdana zeviyên çandiniyê yên derdorê jî dike.

Her wiha hilberîna çandiniyê zêde dike û beşdarî birêkûpêkkirina herikîna avê dibe, bi rengekî ku xeteriya lehiyan kêm dike. Bendav li herêmek girîng a ku rêyên avê yên stratejîk kontrol dike ye.

Îstasyona hîdroelektrîkê salane rêjeyeke mezin ji enerjiyê dabîn dike. Ev yek ji bo dabînkirina pêwîstiyên herêmê dibe alîkar û di zêdekirina serxwebûna Sûriyeyê ya enerjiyê de roleke girîng dide bendavê. Her wiha beşdariya wê ya di alîkarbûna pêşketina aborî ya herêmî û niştîmanî de jî girîng e.

Girîngtirîn bendava Rojhilata Navîn e!

Bendava Firatê mezintirîn û girîngtirîn bendava Rojhilata Navîn e. Ya duyemîn jî Bendava Tişrînê ye. Herdû jî  ji bo dabînkirina hemû pêwîstiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çavkaniyên mezin in. Lêkolînên ji bo diyarkirina cîhê Bendava Tişrînê cara duyemîn di sala 1985’an de bi hevkariya di navbera Şirketa Giştî ya Bendava Firatê û Enstîtuya Hîdroprojeya Sovyetê de destpê kir, heta ku cihê niha yê bendavê hat bijartin.

Li pişt vê tesîsê golek mezin heye, bi kapasîteya depokirina nêzîkî du milyar metrekup, yek ji mezintirîn golên sînayî ne. Rûbera wê 160 kîlometre çargoşe ye. Bi saya bendavê, vê golê wekî mezintirîn santrala hîdroelektrîkê li Sûriyeyê ji bilî peydakirina ava avdanê, ji bo zeviyên çandiniyê yên derdorê û wekî çavkaniyek girîng a geştiyariyê jî tê hesibandin. Bendava Tişrînê ji bo hemû gelên Sûriyeyê wek navendeke aborî tê dîtin. Li dora wê jî zêdetirî 100 gundên ku pêkhateyên Kurd û Ereb lê dijîn hene.

Bendava Tişrînê û qonaxên wê yên di krîza Sûriyeyê de

Bendava Tişrînê di dema destpêkirina şoreşa Sûriyeyê ango destpêkirina aloziya Sûriyê re, rastî qonaxên xwe yên herî dijwar hatiye û heta niha jî tê. Ev şer şopên xwe li ser dîwarên wê hiştine. Ew ne tenê projeyek endezyariyê bû, lê ew veguherî qada nakokiyên leşkerî û têgihîştina siyasî.

Piştî dorpêçkirina 5 rojan, çeteyên Artêşa Azad karîbû malên li bendava Tişrînê, ofîsa telefon û postê, dezgeha xizmetguzariyê û navendên polîsên hikûmetê yên girêdayî rêjîma Baasê, di 25’ê Mijdara 2012’an de bixe bin kontrola xwe. Piştre jî bendava Tişrînê ya stratejîk a li wê deverê kontrol kirin. Her wiha piştî du salan vê carê di 15’ê Gulana 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bendav kontrol kirin. Di wê demê de ji ber şer û pevçûnên xwînî bû sedem ku 7 gundên gundewarên rojhilatê Helebê di bin avê de bimînin.

Di wê rojê de, dengên hişyariyê li ser hilweşîna Bendava Tişrînê, ev çavkaniya jiyanî ya enerjî û avê û kontrolkarê sereke yê ewlehiya xwarinê li tevahiya herêma rojhilat, bilind bûn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 26’ê Kanûna 2015’an de Bendava Tişrînê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Êrîşeke nû bi vekirina deriyek dagirkirinek berfireh

Di heman mehê de piştî 9 salan, careke din dewleta Tirk a dagirker hewl da ku careke din Bendava Tişrînê dagir bike û ji wir deriyê dagirkirina Kobanê, Reqa û Cizîrê ji xwe re veke. Ji lewra dewleta Tirk a dagirker bi bejahî û hewayî jî, ji 8’ê Kanûna 2024’an ve hewl dide ku bendavê dagir bike, lê rastî berxwedaneke bêhepa ya şervanan û gelê ku bi rihê şerê gelê şoreşgerî li ser bendavê zêdetirî du meh in li ber xwe didin, tên.

Gel li hember xeteriyên mezin berê xwe da bendavê

Bendava Tişrînê avê dide 5 milyon kesan. Her wiha 200 hezar hektar zeviyên çandiniyê jî. Desteya Enerjiyê hişyarî da ku hilweşîna bendavê dê van deveran ji avê bêpar bike û krîza mirovî ya li herêmê girantir bike. Sedem jî, êrîşên dewleta Tirk a dagiker e.

Ji bo parastina bendava Tişrînê ya ji hilweşînê û ji bo ku ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve neyê bombebarankirin û ziyanek mezintir nebîne, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8’ê Çileyê de biryar dan ku bi awayê karwanan ber bi bendava Tişrînê ve biçin. Yekemîn karwanê sivîlan ji bajarê Kobanê ku bi hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de bûn, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin. Berxwedana ku 8’ê Çileyê destpê kir, meha xwe ya duyemîn derbas kir.

Komkujî û sûcên şer

Di nav vê mehê de dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî pêk anîn. Komkujî ji roja yekemîn a hatina karwanê sivîlan ve destpê kir ku dema gel berê xwe didan bendavê, ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin. Di encama komkujiya 8’ê Çileyê de, 2 jin bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Navê wan; Zozan Hemo, Kerem Ehmed El-Şihab, Azad Ferhan, Mustefa Ebdî, Osman Îbrahîm û Elî Ebas Şaşo bû.

Di 15’ê Çileyê jî komkujiya duyemîn pêk hat ku di encamê de xwendekara Zanîngeha Rojava Ronîza Mihemed Elî, xebatkarê tendrustiyê Omer Hesen, Osman Îbrahîm û li kêleka wî jî du hevjînên bi navê Hêza Mihemed û Edhem Mustefa jiyana xwe ji dest dan.

Di 16’ê Çileyê jî di encama hedefgirtina karwanê sivîlan de Mihemed Qasimo jiyana xwe ji dest da. Di 17’ê Çileyê jî Mahir Cafir û Mihemed Hiso jiyana xwe ji dest dan.

Di bombebarana sivîlên li ser bendava Tişrînê ku nobedariyê digirtin de, di 18’ê Çileyê de Hevseroka PYD’ê ya bajarê Qamişloyê Menîce Heyder, Ekrem Şêxmûs, werzîşvan Kêfo Osman, her wiha endamê meclîsa bajarê Qamişloyê Muzefer Remezan û hûnermendê şanoyê yê Kurdistanî Cûma Îbrahîm Xelîl (Bavê Teyar) jiyana xwe ji dest dan.

Di 21’ê Çileyê de, Xezne Ebdî û Mihyedîn Hisên Omer jiyana xwe ji dest dan. Di 22’ê Çileyê de jî Mihemed Şefîq Îsmaîl di êrîşên li ser bendavê de jiyana xwe ji dest dan. Di 25’ê Çileyê Mihemed Xelîl Hemo jiyana xwe ji dest da. Di 26’ê Çileyê balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker sivîlên ku êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bendava Tişrînê protesto dikirin, bombebaran kir û di encamê de zêdetirî 34 welatî bi giranî birîndar bûn.

 Tenê di nav mehekê de, 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 270 kes li ser Bendava Tişrînê birîndar bûn. 8 ji van birîndaran, rojnamevan bûn. Her wiha di meha Sibatê de jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina karwanê sivîlan berdewam bû. Di 15’ê Sibatê de jî Rojnamevan Egîd Roj ji aliyê balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha dewleta Tirk di 19’ê Kanûna 2024’an de jî Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî di navbera Bendava Tişrînê û Pirê Qereqozaqê de qetil kirin.

Ji be ve yekê, ji ber herikandina xwînê ya li ser Bendava Tişrînê, gel navê bendavê kir Bendava Şehîdan. Li ser vê bendavê dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî û sûcên şer yên ku zagonên navdewletî qedexe dike, pêk anî û ev komkujî di çapemeniya xwe de jî belge kiribû û weşandibû.

Li aliyê din jî dewleta Tirk îstasyona ceyrana bendavê bombebaran dîke. Dewleta Tirk bi hedefgirtina ceyrana bendavê û bi hedefgirtina sivîlan jî hewl dide ku bendavê dagir bike, lê her tim rastî gelek xwedî rih û bedenek ji pola tê.

Ji lewra berxwedana sivîlan li ser Bendava Tişrînê ya ku ji xizmetê derketiye, niha di meha xwe ya sêyemîn de didome..