“Yê şîdetê dike ne nexweşê derûnî ye”

Rêvebera Pêşîlêgirtin û Bersiva Neheqiya Zayendî ya Zanîngeha Durham a Birîtaniya ya Clarissa Humphreys, li ser têgeha şîdetê û metirsiyên wê yê her roja diçe zêde dibe semînerek da û paşê jî li ser tura civakî par kir.

Qahîra - Bi hevkariya Yekîneya Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ya Zanîngeha Qahîre û Rêvebera Pêşîlêgirtin û Bersiva Neheqiya Zayendî ya Zanîngeha Durham a Birîtaniya ya Clarissa Humphreys bi sernavê  "Li dijî şîdeta li ser jinan û gihiştina ewlehiyê ji bo hemû kesê" semînerek hat dayîn ku hişyariya têgeha şîdeta zayendî û civakî çawa pê re mijûl dibin ji bo ku her kes bikare di nava ewlehiyê de bijîn. Encamên semînerê li ser malperên tora civakî par kirin.
Clarissa Humphreys di daxuyaniyek fermî de destnîşan kir ku ji hêla îstatîstîkan jimara mêrên şidetê dikin gelek zêdeye û ger pêşî lê neye girtin dê bibe sedema normaldîtinê ku weke her kes dikare şidetê bike. Clarissa piştrast kir ku pirsgirêka şîdeta li dijî jinan yek ji mijarên girîng e ku saziyên akademîk û çandî yên Mesir û cîhanê pêre elaqedarbibin, ji ber ku ev pirsgirêk di hemû civak û çandan de belav bûye.