‘Ya ji qirika karker û kedkaran tê dizin dikeve berîka sermayedarên alîgir’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got: “Ji bo bibin Harun ketin rê niha bûna Qarûn. Ya ku ji qirika karker, kedkar û xizanan tê dizîn dikeve berîka sermayedarên alîgir. Her qirûş li wan heram be.”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe ya li meclisê ya heftane de mijarên di rojevê de nirxand.

Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê, Malbatên Pirsûsê, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûvedarizandina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz û endamên Sendîkaya Tem Emeklîlerê jî tevli civînê bûn.

Tulay Hatîmogûllari destpêkê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr anî û got ku dê tu caran wan ji bîr nekin. Her wiha Tulay Hatîmogûllari Komkujiya  Dêrsimê bi bîr xist û diyar kir ku divê dewlet bi vê komkujiya li dijî mirovahiyê hatiye kirin re hevrû bibe. Tulay Hatîmogûllari xwest ku komîsyonên lêkolîn û hevrûbûnê bên avakirin û ji gelê Dêrsimê lêborîn were xwestin.

Tulay Hatîmogûllari cezayên li Seroka Giştî ya Komeleyên Çandê yên Elewiyan (AKD) Seher Şengunlu û Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek hatine birîn bi bîr xist û got: “Desthilatdarî ceza dide kesên li dijî yekperestiya li dijî elewiyan û polîtîkayên pişaftinê derdikevin. Wê elewî tu caran serî netewînin.” Tulay Hatîmogûllari cejnên Hidirellez û Paskalyayê pîroz kir.

‘Her qirûş li wan heram be’

Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe de bal kişand ser Amedsporê û şampiyoniyê lê pîroz kir.

Tulay Hatîmogûllari her wiha behsa krîza aborî kir û got ku bandoreke giran li kedkar û karkeran dike û got: “Ji bo bibin Harun ketin rê niha bûna Qarûn. Ya ku ji qirika karker, kedkar û xizanan tê dizîn dikeve berîka sermayedarên alîgir. Her qirûş li wan heram be.”