Xwepêşanderên jin ên Afganî ji bo parastina mafên wan bang kirin

Komek jinên Afganîstanê li dijî civîna Talîbanê çalakiya protesto kirin û ji Konseya Mafên Mirovan daxwaz kirin ku mafên wan biparêze.

Navenda Nûçeyan - Li gel lidarxistina civîna Konseya Mafên Mirovan a li ser rewşa jinan li Afganîstanê û daxuyaniya Talîbanê ya ku tê de bang li jinan kir ku ji malê dernekevin, endamên Tîma Yekîtî û Hevgirtina Jinên Afganistanê çalakiya protesto kirin û ji Konseya Mafên Mirovan daxwaz kirin ku mafên wan biparêze.

Xwepêşanderan bal kişandin li ser çalakvanên civaka sivîl û gotin ku çalakvan ji ber tirsa xwe ya ji Talîbanê, li cihên girtî û veşartî xwepêşandanan dikin û tevî vê yekê jî rastî qetilkirin û tundiyê tên.

Xwepêşanderan diyar kirin ku jin rastî tecawizê û qetilkirinê tên, her wiha eşkere kirin ku rapor hene ku kuştinên ji aliyê Talîbanê ve hatine kirin piştrast dikin.

Xwepêşanderan anîn ziman ku zêdebûna bûyerên zewacên bi darê zorê ji aliyê endamên Talîbanê ve delîlên zelal ên tundiya li ser jinan in, her wiha bang li Konseya Mafên Mirovan kirin ku zextê li Talîbanê bike da ku hikûmetek adil û berfireh ava bike.