Xwepêşanderên jin ên Afganî gotin ku xwendin mafê jin û zarokên keç e

Hejmarek jinên ciwan li bajarê Bedexşan li dijî qedexeyên Talîbanê, di warê bêparkirina zarokên keç û jinan ji xwendinê, xwepêşandanek li dar xistin û gotin ku xwendin mafê jin û zarokên keç e.

Navenda Nûçeyan - Li hember qedexeyên vê dawiyê yên Talîbanê yên li ser jinan û zarokên keç, komek jinan li bajarê Badexşan ê Afganistanê xwepêşandan li dar xistin û dirûşmên “Jin prensîba felsefeya jiyanê ne” û “Jinan bêpar nehêlin” berz kirin.

Xwepêşanderên jin gotin: “Me jinan di vê çalakiyê de soz daye heta em mafên xwe yên mirovî bi dest nexin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Xwendin mafê jinan û zarokên keç e.”