Xwepêşandanên mamostayên bi peyman ên Başûrê Kurdistanê dom dike

Ev sê rojin xwepêşandanên mamostayên bi peyman li Seyîdsadiq bi mebesta kar û wergirtina muçeyan berdewam dike. Mamostayên bi peyman dibêjin heta ew mafê xwe bi dest nexin ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.

ASUDE MEHEMED
Şarezûr- Xwepêşandana mamostayên bi peyman li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê sala bori bû sedem hikumetê biryar da ku muçeyê mamostayên bi peyman bidin. Mamaostayên bi peyman ên bajaroka Seyîdsadiq carek din dest bi xwepêşandanan kirin û ev sê roje xwepêşandanên wan di dome. Mamosta di xwepêşandanan de axwaza kar û bi fermî wergiritina muçeyên xwe dikin. Mamostayên bi peyman yên bejdarî xwepêşandanan bûne û daxwaza mafê xwe dikin ji ajansa me re axivîn.
“Em daxwaza mafê xwe dikin”
Dunya Ferac ev sê sale mamostaya bi peymane û heta sala borî diçû dibîstanê, muçeyê ku digirt jî tenê têra kirêya rêya wê dikir û cardin jî di dema xwe de ne digiha dibistanê. Dunya Ferac wiha behsa rol û giringiya mamostayên jin ên bi peyman di xwepêşandanan de kir û got: “Cihê keyfxweşiyê ye ku rêjeyek wisan zêde mamaostayên jin bejdarî xwepêşandanan bûne. Em li vêderê daxwaza mafê xwe dikin.”
“Cudahiyê dixin nava mamostayan”
Mamostaya bi peyman Viyan Reşîd jî da zanîn ku rêveberiya perwerdê cudahiyê dixe nava mamostayan û daxwazên xwe wiha anî ziman: “Cihê şermezariyê ye ku cûdahî di nava mamostayên bi peyman û mamostayên din de heye. Em daxwaz dikin ku di demek nêz de em bi fermî werîn peyîwirdarkirin.”
“Heta em mafê xwe bi dest nexin emê li qadan bin”
Naske Heme Seîd ku di xwepêşandanê de amade bû jî got: “Eve çar sale ez mamaostaya bi peymanim û tu deman muçe di demê xwede nehatiye û tu xizmetek nehatiye kirin, ji ber em mamostayên bi peymanin. Heta ku em mafê xwe bi dest nexin emê xwepêşandanên xwe berdewam bikin.”
Mamostaya bi peyman Peyan Osman jî bi bîr xist ku heta mafê xwe bi dest nexin wê xwepêşandanên xwe berdewam bikin û wiha got: “Negirtina mûçe bandorek xirab li ser rewşa aborî ya mamostayên bi peyman dike.”