Xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê mehek li pey xwe hişt
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê a bi dirûşma jinan a “Jin, jiyan, azadî” destpê kir mehek li pey xwe hişt. Jinên ku pêşengiya serhildanê dikin bi israr in heta bigihîjin mefên xwe yên rewa dest ji xwepêşandanên xwe bernedin.
Navenda Nûçeyan – Serhildanên li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî qetilkirina jina ciwan a 22 salî Jîna Emînî dest pê kirin; mehek li pey xwe hiştin. Nerazîbûnan ji Saqizê di 16’ê Îlonê de dest pê kir û herî zêde li 45 bajar û navçeyên Îranê belav bû. Daxwaza sereke ya xwepêşandêran rûxandin û bidawîbûna rejîma dîktator ya 40 salan e.
Ji derveyî mudaxeleya hêzên ewlehiyê û kuştina bi dehan xwepêşander û girtin û qutkirina xeta înternetê, heta duh 15’ê Cotmehê bi dirûşma “Destpêk dawî” xwepêşandêran daxwaza xwepêşandanên nû yên berfireh kirin.
Her wiha bi destpêkirina belavkirinên bangawaziyê bi înternet û bi riya kurtenameyan ji bo rêxistinkirina nerazîbûnan berfireh bûne. Nûçe behsa rêgirî û birina xizmetguzariya rêkirina kurtenameyan bi giştî, xizmetguzariyên înternet û platforma torên civakî yên wek Instagram û Wetsap dikin û rakirina hemû xizmetguzariyan ragihandin.
Jinên ciwan pêşengiya xwepêşandanê dikin
Li hemberî qûtkirina înternetê û xetên pêwendiyê, çalakvan û xwepêşander bi bîr dixin ku divê di hemû koman de em amade bin ji ber xeta herî baş a pêwendiyên VPN rojane di qadan de baş e. Jinên ciwan ên Îranê pêşengiya van xwepêşandanan dikin û li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê serî hildane. Ji ber rakirina hîcaba bi zorê, nivîsandina dirûşman li ser dîwarên welat, xwepêşander û çalakiyên nerazîbûnê rastî hêzên ewlehiyê tên. Di heman demê de li dibistan û zanîngehan jin pêşengiyê ji bo bejşarbûna xwepêşandanan dikin û ev bi aşkerayî di vîdeoyan de tê belavkirin.
Li gel qutkirin û gefên desthilatdariyê hêzên ewlehiyê ji bo rêgirtina xwepêşanderan, di raporan de dide diyarkirin ku hejmarek ji endamên leşker û pasdarên Îranê beşdarî bernameyên rêxistinan ji bo bi dawîanîna serhildanan e.
Piştgiriyên ji qada navnetewî
Qutkirina dengan li Îranê û pêşîlêgirtinên mafên mirovan, şermezarkirinên navdewletî û sepandina cezayan li ser Îranê ji aliyê Birîtanya, Kanada û Amarîkayê ve, serokê Amerîkayê Joe Bîden nerîzîbûna xwe ya li hemberî Îranê diyar kir û piştgiriya xwe ya ji bo serhildanên Îranê diyar kir.
Rêxistina lêbûrînên navdewletî di serhildanan de ragihand ku di nerazîbûnên vê dawiyê de hêzên emnî yên Îranê 23 zarok kuştin û diyarkirin ku temenê qûrbaniyan di navbera 11-17 salî dene û 20 kur û sê keç di navdene û piraniya wan bi guleyên şer hatin kuştin û her wiha sê keç û kurek ji ber lêdana hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane.
Rejîma Îranê hejmara berbiçav a kesên ku di serhildanan de girtine diyar nekirine, li gorî zanyariyan hejmara wan kesan nêzî şeş hezaran kes girtine û nasnameya 672 kesan diyar kirine ku ji wan 168 kes xwendekar in.
Her wiha wezîrê karên derve yê Amerîkayê piştgiriya Amarîkayê ya ji bo xwepêşandanên Îranê li dijî rejîma Îranê diyar kirin û bi bîr xistin ku wê ceza li ser kesên ku dixwazin dengê xwepêşanderan qut bikin bisepînin, di kombûnek kurt de li gel çalakvanên Îranê li Washînton diyar kir ku ew kar dikin ku riyek ji bo dabînkirina teknolojiyê bibînin da ku Îran bikarin pêwendiyê bi gel hev bikin û cîhan jî dengê wan bibihîse.
Hunermend xwe ji festîvalan dikşînin
Bi serhildanên xwepêşanderan re, çalakvan, hunermend, sînemager, derhêner û gelek lêkolînerên Îran û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûnên xwe nîşan dan û piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên xwepêşanderan diyar kirin, ji derveyî wê jî sînemakarên ciwan jî beşdarbûna festîfala kurtefîlman Tahran red kirin ku biryar hebû di 27’ê meha were de destpêkirin û beşdarî nerazîbûnan bûn.
Ev tevgera nerazîbûnan ji ber vekişandina sînemakarên weke Ferdîn Xeltaberî û Hesen Hûsênî hatin girtin, piştî wan jî ew sînemakarên ku berhemên wan hatine qedexekirin û dema beşdarbûnan di festîvalan de diyar kirin gotin ku beşdar nabin. Her çendî li gorî rênimayên festîvalê piştî wergirtina fîlman nikarin careke din bikşînin lê belê gelek ji sînemageran red kirine ku beşdar bibin.
Di nava bajarên ku di raporê de bal hatiye kişandin, Belûcistan, Azarbeycana Rojava, Kurdistan, Tahran, Albûrz, Xorasan Rezawî, Hurmizgan, Qezwîn, Kohkiluye, Bûyer Ehmed, Esfehan, Zencan, Smnan, Îlam, Gîlan, Kirmanşan û Mazanderan jî hene ku ew jî beşdarî serhildanan bûne.
Her wiha ew rêxistin nav û wêneyên beşek ji endamên hikumî ji bajarên cuda anîne ku dengê xwepêşanderan qut bike û êrîşî wan bike.
Wê rêxistinê destnîşan kir ku ew ên ku jê guman dibin weke tomatbar digrin û dikarin vê yekê li komên navdewletî bikin û di roja piştî rûxandina Îranê de bi kar bînin.
Di çend rojên borî de hêzên ewlehiyê yên Îranê bi belavkirina wêneyên êrîşkirina hemwelatiyan di torên civakî de hewil dane erîşên xwe bidin nîşandan da ku gel çavtirsandî bikin.
Xwepêşandanên Îranê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi pêşengiya jinan dest pê kirin. Bi qusandina porê jinan û şewitandina kefiyeyên bi zorê û niha xwepêşander daxwaza rûxandina bi temamî zilma ku li ser hemwelatiyan dikin û daxwaza berdana girtiyan û rûxandina hikumeta 40 salan a rejîma Îslamî ya Îranê ya bi navê Îslamê dikin û welatek demokratîk, azad ku bi bi hev re jiyan û parastina mafên mirovan tê de hebe dikin.