‘Xwendina pirtûkan jinan ji rewşa bêçaretiyê rizgar dike’

Aktivîst û xwendevan Mehsûme Şehîd Îbrahîm bal kişand ser girîngiya xwendinê û got ku: “Ji bo jinan xwendin yek ji tiştên pêwîst û girîng a jiyanê ye. Dikarin bi vê rêyê ramanên xwe bînin ziman û xwe pêş bixin.”

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî- Pirtûk heyberek bê ruh e, lê belê zimanek bi bandor e. Di warê zanist û agahdariyê de gelek dewlemendî di mejiyê mirovan de kom dibe. Bê guman her civakek ku ferdên wê dost û hevalê pirtûkan bin, ew civak zindî dimîne. Tevî ku xwendin sedema sereke ya pêşketin û berfirehbûna fikrê kesê her civakek e, niha ji ber pêşketina teknolojiyê, bikaranîna medyaya dijîtal û nebûna derfetên kar û gelek faktorên din, bûye sedem ku rêjeya xwendinê bi awayek berbiçav kêm bibe.

‘Jin xwedî hêz û moraleke taybet in’

Aktivîst û jinek xwendevan Mehsûma Şehîd Îbrahîm, têkildarî girîngiya xwendina pirtûkan ji ajansa me re axivî. Mehsûma diyar kir ku xwendin têgehek dirêj e û wiha domand: “Aliyê rewşenbîrî û fikrî yê kesê nexwendî bi hêz dike. Xwendin bi teybetî ji bo jinan yek ji tiştên herî girîng ê jiyanê ye. Dikarin bi vê rêyê fikrê xwe bînin ziman û dikarin bi rêya xwendina pirtûkan xwe bipêş bixin. Peyama min ji bo hemû jinan ew e ku bila pirtûkan bixwînin. Ez di wê hêviyê de me jin bixwînin û bibin xwendevanên baş.”

Mehsûma destnîşan kir ku ji ber niha hevalê herî baş ê jinan pirtûk in, ji bo ku bikarin raman û nêrînên xwe bi awayekî baş û jêhatî bînin ziman û wiha domand: “Jin xwedî hêz û moralek taybet in. Dikarin li dijî aqlê mêrsalarî bisekinin. Girîng e ku xwendina pirtûkan di civaka Kurd û li hemû dinyayê bibe çandek neteweyî, îdeolojîk û bîrdozî da ku bikaribin bi rêya xwendinê agahiyên ku li cem wan nînin, bi dest bixin.”

‘Divê jin bi xwendina pirtûkan her tim xwe nû bikin’

Mehsûme Şehîd Îbrahîm da zanîn ku gelek rê hene ku jin pirtûkên ku dixwazin li pirtûkxane û navendên arşîvê bi dest bixin û wiha got: “Gelek cureyên pirtûkên me bi taybetî li ser jinan hene. Her cûre pirtûk li ser medyaya dijîtal hene. Her jina ku bixwaze girîngî bide xwendinê, ew jinên ku ji ber hinek sedeman nekarîne bixwînin divê hikûmeta herêma Kurdistanê û rêxistinên jinan, dewreyên xwendinê ji bo wan vekin. Ji ber vê yekê, divê ew ji bo wan bibe derfet ku sûdê ji mijarên bihîstin, dîtbarî û çandî bigrin. Di warê çand û perwerdeyê de, divê mirov bi riya xwendina pirtûkan xwe bipêş bixin û her tim xwe nû bikin. Ew jî bi rêya xwendina pirtûkan dibe. Di heman demê de bi naskirina nivîskar û gelên welatên din dibe.”

‘Çanda xwendinê di her civakê de zindî ye’

Mehsûma Şehîd Îbrahîm anî ziman ku yek ji sedemên herî girîng ên xwendinê ew e ku ew pirtûkên ku nû derdikevin li gorî xwendevanan be û wiha pê de çû: “Divê piştgiriya aborî ji bo nivîskarên ku girîngî didin nivîsînê, bikin. Her wiha xwendevan dikarin ji pirtûkên ku di pirtûkxaneyan de hene sûd werbigrin. Çanda xwendinê di her civakê de zindî ye, lê bipêş nakeve. Ji ber wê, pir girîng e ku ferdên me hewl bidin ku bêtir bixwînin û ji bo xwe bikin çandek. Her ku jin ji xwendinê dûr dikevin, ew ji civak û jiyanê jî dûr dikevin. Ji ber wê, xwendin ji bo bidestxistina agahiyan û haydarbûna ji derdora xwe pir girîng e.”

‘Divê jin zanist û zanyariyan ji bo xwe bikin çek’

Mehsûma Şehîd Îbrahîm wiha domand: “Daxwaza min ji jinan ew e ku, dema nivîskar bi panel û semîneran pirtûkên xwe didin nasîn, beşdar bibin. Derfetek e ji bo wan ku pirtûk bikeve destê jinan. Hişyarî û asta têgihîştina jinan girîng e. Ji ber wê divê jin ji her kesî bêtir bixwînin, xwe bipêş bixin, zanst û agahiyan xwe ji bo xwe bikin çek. Daxwaza min ji Rêveberiya Çandê ya Silêmaniyê ew e ku cihek giştî li ber Qesra Silêmaniyê ji bo jinan veqetîne. Divê pirtûkxaneyek ji bo jinan hebe da ku dema ew serdana bazarê dikin, biçin van pirtûkxaneyan da ku bêhna xwe vedin û ji xwendina pirtûkan sûd werbigrin.”

‘Xwendina pirtûkan bikin çandek û bi hevalên xwe re pirtûkan bixwînin’

Mehsûma Şehîd Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya teknolojiyê û wiha got: “Her çend em dikarin teknolojiyê wekî çavkaniyek bikar bînin jî, teknolojî di jiyana me ya rojane de rolek dilîze jî, tiştek wekî girtina pirtûkek tune ye. Ji ber xwendina pirtûkan raman û hûrgilî tê de ye, dikare wek çavkaniyekê zêdetir sûd jê bibîne. Daxwaza min ji jinan ew e ku xwendina pirtûkan bikin çandek û bi hevalên xwe re pirtûkan bixwînin da ku em dîroka têkoşîn û şoreşa xwe nas bikin. Da em bizanin me çi derbas kiriye û em çawa gihîştine vê rojê, ji ber wê divê em bixwînin û xwendin di jiyana me de hebe û bikar bînin da ku li dijî tundiyê ku em her roj pê re rûbirû dimînin, bisekinin.”