‘Xwendina pirtûkan fikrên zarokan berfireh dike’

Çîroknivîs û wergêrvan Fewziye Selah bal kişand ser girîngiya xwendinê bi taybetî ji bo zarokan û got: “Xwendina pirtûkan fikrên zarokan berfireh dike.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Xwendin yek ji riyên girîng e ji bo pêşxistina fikir û hişyariya kesan. Ger xwendin ji zarokatî ve dest pê bike, wê kesek xwedî kesayet û fikir ava bibe. Li gel hebûna kesên bi fikir wê civakek hişyar û azad çêbibe. Li herêma federal a Kurdistanê her ku diçe asta xwendinê kêm dibe. Ji bo bilindkirina asta xwendinê rola malbatê girîng e divê hemû malbat hewl bidin zarokên wan bixwînin û ji xwendina pirtûkan hez bikin. 

‘Pêvajoya xwendinê kesayeta zarokan diguherîne’

Çîroknivîs û wergêrvan Fewziye Selah der barê girîngiya xwendinê de wiha got: “Pêvajoya xwendinê bandora herî mezin li ser zarokan çêdike û dibe sedem ku guherîn di reftar û fikir de çêbibe. Zarokek dema ku dikeve nava cîhana xwendinê divê demek jê re were diyarkirin. Dema ku zarok dixwînin heta digihîjin qonaxa têgihîştinê di reftar de guherîn çêdibe. Dayik û bav divê dema zarokan baş bi kar bînin û rê nedin tevahî dema xwe bi bikaranîna amûrên dîjîtal derbas bikin, hewl bidin lîstokan li gel bilîzin û dema xwendinê jê re diyar bikin.”

‘Dayik û bav ji reftarên zarokên xwe berpirsyar in’

Fewziye Selah anî ziman ku zarok di nava sêgoşeya dibistan, malbat û civakê de tên perwerdekirin û wiha got: “Divê dayik û bav bi awayekî hişyar û guncaw nêzî zarokan bibin. Divê dayik û bav zana bin û bikaribin zarokên xwe bi pêş bixin. Rê nedin hemû lîstokên wan bi amûrên elektronîk bin. Pêwîstî bi lîstokên din jî heye da ku têkilî civakê bibin. Divê di nava malbatê de têkilî hebin da ku bikaribin di pêşerojê de pêwendiyek civakî daynin. Erkên sereke yên dayik û bav hene, ji ber ew in reftarên zarokan diyar dikin. Zarok hene derengiya şevê radizên, sibehan hêza wan a girtina agahiyan tune ye û diwestin. Ji ber wê piştî dibistanê nikarin pirtûkan bixwînin, di bin zextê de jî diçin dibistanê. Ji ber wê diyarkirina demê ji bo zarokan erkek girîng e.”

‘Paşketina pergala perwerdê bandorek neyînî dike’

Fewziye Selah destnîşan kir ku paşketina sîstema perwerdeyê bandorê li ser xwendina zarokan dike û wiha domand: “Salên borî mamosteyan zarokan dianîn pirtukxaneyên giştî û bi wan re xendina pirtûkan gelek hez dikirin. Çend dibistan dihatin û me jî behsa cure û şêwazên pirtûkan jê re dikir lê belê niha ji ber boykota xwendinê, serdan nemaye û çalakî kêm bûne. Ew kesên di aliyê perwerdeyê de kar dikin divê xwedî fikrên rewşenbîrî bin. Ji ber ku bi gotinên xwe zarok têdigihîjin, ger asta wan ne guncaw be, bêguman bandoreke xirab li ser zarokan çêdike. Divê li gorî qonaxên temenê zarok mijaran bigrin dest û li gorî asta wan nêz bibin. Hikumet guh nade asta rewşenbîriya kesên ku zarokan perwerde dikin. Tenê rê didin dibistanên taybet. Ev jî dibe sedem ku malbat û zarok ji xwendinê sar bibin.”

‘Telefon jehrî ye û divê zarokê ji vê jehriyê dûr bikevin’

Fewziye Selah amaje bi wê yekê kir ku berê bi qasî niha derfet tunebû lê belê zarokan bi awayekî perwerde didît û asta wan a hişyariyê zêde bû, dikaribûn li ser lingên xwe rawestin û wiha got: “Divê dayik û bav bi ser zarokên xwe de neçin, hewl bidin bi guftûgoyê nêzî zarokan bibin. Dema guncaw ji bo kêrhatiyên zarokên xwe diyar bikin, girîngiyê bidin pêşketina mêjiyê zarokan. Di malê de hebûna pirtûkxaneyan girîng e. Divê dayik û bav bixwînin da ku zarok jî çav bidin wan. Telefon jehrî ye û divê zarok ji vê jehriyê dûr bikevin da ku fêrî girîngiya xwendinê bibin.”