Xwendevanên Mexmûrê 3. konferansa xwe ya YXA lidar xistin

3. Konferansa Yekitiya Xwendevanên Azad (YXA), li Wargeha Penaberan a Mexmurê bi dirûşma “Li hember dagirkerî û faşîzmê, bi ruhê Rûken û Sarayan têkoşînê mezin bikin” bi tevlibûna 600 delegeyan hat lidar xistin.

Mexmûr – Li Wargeha penaberan a Mexmûrê bi tevlibûna 600 delegeyan 3. Konferansa YXA’yê, bi dirûşma “Li hemberî dagirkerî û faşîzmê, bi ruhê Rûken û Sarayan têkoşînê mezin bikin”, hat lidar xistin.

Konferans li salona konferansan a wargehê pêk hat û salon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 17 gerîlayên HPG yên ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe jidest dan û gelek pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê hatibû xemilandin.

Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk, Yusuf Kara ve hat kirin û di destpêka axaftina xwe de hemû cangoriyên azadiyê bi bir anî û wiha got: “Hûn xwendevanên pêşeng û pêşeroja civakê ne. Di pêvajoyek ewqas giran de lidarxistina konferansek bi vê awayê bersivdayîna êrîşên ku îro li ser gelê me tên meşandin e.”

Piştî vekirina axaftinê dîwana konferansê hat hilbijartin. Rojeva konferansê li ser nirxandina rewşa xwendekaran, birêxistinkirin û xurtkirina Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) dom kir.

Der barê lidarxistina konferansê de endama Yekitiya Xendevanên Azad YXA Kajîn Uzek ji ajansa me re axivî. Kajîn Uzek a konferansê li tevahî xwendevanan pîroz kir û wiha got: “Ji bo ku em di vê demê de bibin bersiv me konferansa xwe li dar xist, ji bo ku em ji van êrîşên ku li ser gelê me tên pêkanîn re xwedî helwest bin û xwe bi rêxîstin bikin, em li vir amade ne ji ber ku em rewşa îro dijîn dibînin û pirsgirêkên xwe dizanin. Ji bo ku em van pirsgirêkên xwe yên heyî û kêmahiyên heyî derbas bikin û ji vê demê re bibin bersiv me wek YXA’yê, konferansa xwe bi bi dirûşma, ‘Li hemberî dagirkerî û faşîzmê, bi ruhê Rûken û Sarayan têbikoşin’, li dar xist.”