Xwendevana zanîngehê Pîno bi qezayê jiyana xwe ji dest da

Xwendevana Zanîngeha Silêmaniyê Pîno Merwan Hememîn di qezayê de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nuçeyan – Xwendevana pola yekem a beşa Biyolojî ya Zanîngeha Silêmanî Pîno Meriwan Hememîn li ber deriyê sereke yê zanîngehê dema ku xwest bikeve zanîngehê erebeyek lê da û piştî gihandin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Pîno rakirine nexweşxana dad ya Silêmaniyê.