Xwendekarên Xezayê di xwendina online de gelek zehmetiyan dikşînin

Xwendekara bi navê Aya El Cercawî teqez kir ku xwendina online ji ber sedema şerê li Xezayê gelekî zehmet e ji ber kartên înternetê yên rojane û kaxezên dibistanê gelekî buha ne.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Ji ber şerê berdewam ê li Zîvala Xezayê Wezareta Perwerdeyê ragihand ku wan derfetên xwendina online ava kirine. Ji ber nebûna tora înternetê, buhabûna kartên wê yên çend demjimêran tenê dimînin û zehmetiya şarjkirina telefonan azarên xwendekaran zêdetir kirine.

Xwendekara bi navê Aya El Cercûrî destnîşan kir ku plana xwendina online ne nû ye lê belê hemû saziyên perwerdeyê ji dema belavbûna vîrusa koronayê, di sala 2020’an ve xwe spartine wê û wiha got: "Niha dîsa ev plan ketiye meriyetê lê belê rewş û derfet cuda ne. Wê demê li mala her kesê leptop û înternet hebû lê îro piraniya xwendekaran bê mal an jî kompîtor in. Ev rewşa zehmet nayê wateya ku her kes bê xwendin bimîne. Bi taybetî ji ber şerê li Xezayê. Kes nizane dê kengê bi dawî bibe di encamê de pêwîstiya rewşa niha bi siyasetên nerm ji aliyê saziyên perwerdeyê û mamosteyên zanîngeh û dibistanan heye. Ji bo siyaseta nezanebûnê ya dagirkerî li ser xelkên vê deverê ferz dike were têkbirin."

‘Nebûna înternetê bandorê dike’

Aya El Cercûrî wiha berdewam kir: "Perwerde tiştekî ji rêzê nîn e pêwîstiyek e bi taybetî ji bo zarokên keçan. Ne pêkan e nifşek bi temamî bê xwendin bimîne û çanda giştî nizanibe. Ji ber ku jin nifşan xwedî dikin. Divê jin bi mafên xwe ve girêdayî bin û xwendina xwe berdewam bikin."

Der barê zehmetiyên xwendina Online de jî wiha got: "Ji ber tunebûna înternetê li Bakurê Xezayê gelekî zehmet e. Beriya niha rojane ribek dolarên Amerîkî li înternetê diçû lê niha piştî şer, bû 2 dolar û nîv di rojê de. Ligel van hemû pirsgirêkan şarja telefonan jî heye. Ji ber ku li Xezayê ji roja yekem a şer ve kehrebe tune ye. Şewitandina pirtûk û lênûsan weke êzing  û tunebûna jêderên xwendinê, pirtûk û lêkolînan krîzeke mezin çêkiriye. Lêvegerên elektronîk jî di dema xwendina mijarên zehmet de feyde nakin."

‘Ez bi bêderfetiyan re têdikoşim’

Aya El Cercûrî wiha berdewam kir: "Her çend rojan ez ji malê derdikevim û berê xwe didim nêztirîn xala înternetê, hemû semîner û karên malê dikim paşê vedigerim malê û bi tena xwe li wan semîneran dinêrim madeyên din amade dikim. Dema telefona min xirab bû tişta min dikir jî çû. Min telefonek din jî nedît ji bo bikirim yan jî ya xwe ya berê saz bikim. Ên heyî jî bi qasî wesayîdek buha bûn. Ez hewl didim bi riya telefona dayik an jî yek ji xwişk û birayên xwe, vê pirsgirêkê çareser bikim da ku ji xwendina xwe paşve nemînim. Ez her dem heval û xwişkên xwe teşwîq dikim mîna min bikin û ji ber rewşa zehmet teslîm nebin."

Der barê ezmûnan de jî wiiha got: "Sîstema ezmûnan vekirî ye. Di 10'ê sibehê de dest pê dike û 6'ê êvarî bi dawî dibe. Xwendekar dikarin çi demjimêr be ji sibehê hilbijêrin û ezmûna xwe pêşkêş bikin lê belê ger înternet biçe xwendekar dikarin çend carên din hewl bidin ji bo keda wan li erdê nemîne û bersiva hemû pirsan bidin."