Xwendekarên li Silêmaniyê pirsên îmtîhanan protesto kirin

Li Silêmaniyê xwendekarên pola 12’emîn, ji ber xeletî û pirsên derveyî mufredatê yên di îmtîhana navendî de, li ber Rêveberiya Perwerdehiyê çalakiyek li dar xistin. Xwendekaran daxwaza telafîkirina puanên xwe yên windabûyî kirin.

Silêmanî – Xwendekarên pola 12’emîn îro li ber Rêveberiya Perwerdehiya Giştî ya Rojavayê Silêmaniyê kom bûn û li dijî xeletî û pirsên derveyî mufredatê yên di îmtîhana navendî de nerazîbûn nîşan dan.

Xwendekara pola 12’emîn Puruşe Peykar a ku tevlî xwepêşandanê bû, diyar kir ku bi taybetî di îmtîhana Erebî de pirsên derveyî mufredatê cih girtine û ev yek bûye sedema windakirina puanên xwendekaran.

‘Wezaret divê vê pirsgirêkê çareser bike’

Puruşe Peykar, anî ziman ku wan xwestiye dengê xwe bigihînin rayedaran û wiha axivî: “Em ji bo mafên xwe hatin vir, lê tu rayedar bi me re hevdîtin nekir. Di îmtîhanê de pirs ji wan mijarên ku ji mufredatê hatine derxistin, hatibûn pirsîn. Di îmtîhana Erebî de pirsên derveyî mufredatê hebûn. Di îmtîhanên biyolojî û kîmyayê de hem di pirsan de hem jî di vebijarkên bersivan de xeletî hebûn. Em dixwazin Wezareta Perwerdehiyê vê pirsgirêkê çareser bike û puanên me vegerîne.”

‘Xwendekar bedela xeletiyan didin’

Xwendekara bi navê Ketan Aram jî da zanîn ku pirsên îmtîhanê gelek xeletî tê de hene û vê yekê bandoreke pir neyînî li ser derûniya xwendekaran kiriye.

Ketan Aram diyar kir ku ev pirsgirêk her sal dubare dibe û wiha pê de çû: “Pirsgirêk bi taybetî di îmtîhana biyolojiyê de eşkere bû. Di pirsan de xeletiyên cidî hene. Tu rayedarekî guh neda daxwazên me. Ev pirsgirêk bi salan e berdewam dike û heta niha me nedîtiye ku kesek ji ber van xeletiyan hesab dabe. Xwendekar bedela vê yekê didin. Em daxwaz dikin ku ji bo mufredata Îngilîzî komîsyonek were avakirin û dersa Erebî ji mufredatê bê derxistin.”