Xwendekarên dibistan û zanîngehan di grevê de ne

Xwendekarên hinek dibistan û zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî bangawaziyê dest bi grevê kirin, di roja duyemîn de grevê didomînin.

Navenda Nûçeyan - Li ser bangewaziyên berê yên ji bo grevên giştî yên rojên 5, 6 û 7’ê Kanûnê, xwendekarên gelek zanîngehên Îranê bi daxuyaniyê ragihandibûn ku dê beşdarî grevên giştî bibin û neçin zanîngehê.

Di vîdyoyan de xuya bû ku xwendekarên li gelek zanîngeh û dibistanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di dersan de ne amade bûn.

Telefonên xwendekaran tê kontrolkirin

Xwendekarên Zanîngeha Muntezerî ya Teknîkî û Pîşeyî ya li Meşheda Îranê jî dest bi grevê kirin. Ji ber nebûna wan di dersan de, 7 ders û yek ji îmtîhanên nîvsala yekem ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve hatin betalkirin. Ji ber ku ewlekariya zanîngehê telefonên xwendekaran kontrol dike xwendekar nikarin grev û çalakiyan tomar bikin.

Xwendekarên hin dibistanan jî tevlî grevê bûn û neçûn dibistanê.

Komek ji xwendekarên Zanîngeha Hunerê ya Şîrazê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo piştgiriyê bidin grevên giştî ew ê neçin zanîngehê û diyar kirin ku bêdengiya gel nîşaneya piştgiriya çewisandinê ye.