Xwendekarên beşa Jineolojiyê: Jineolojî bala hemu jinan dikşîne

Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê yekem zanîngeh e ku beşa hînkirina Jineolojiyê di nava xwe de dihewîne, di 6 salan de zêdetirî 80 xwendekar mezin bûne ji bo belavkirin û bicihkirina Jineolojiyê di saziyên cuda de cih digrin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Jineolojî cara yekem di 2008’an de bi paraznameya Sosyolojiya Azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan re weke têgînek ket rojeva jinan. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek guhertin çêbûn, jin di gelek qadên girîng de destkeftiyên mezin bidest xistin. Di sala 2017’an de li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşa Jineolojiyê hat avakirin û êdî di nava materyalên xwendina Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî de bi fermî cih girt.

80 xwendekar mezun bûn

Li gorî rêveberên beşa Jinelojiyê di Zanîngeha Rojava de; di nav 6 salan de zêdetirî sed xwendekarên jin xwe tomar kirin. Heta niha nêzî  80 ji wan der çûne. Hinek derçûyên beşê di beşên xwendina bilind de xwendin û lêkolînên xwe didomînin, hinek jî di beşên dibistanan de mamostehiya materyala jineolojî û zanistên civakî dikin. Di saziyên jin, saziyên civakî, navendên lêkolînê, saziyên ragihandinê her wiha di navendên lêkolînê yên Jineolojiyê de tevli kar û xebatan bûne.

‘Min xwest xwe bi Jineolojiyê nas bikim’

Şêxa Ehmed ji Navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye xwendekara beşa Jinelojiyê ye di Zanîngeha Rojava de, ew ji bo Jineolojiyê dibêje: “Materyala Jineolojiyê bala min kişand, zanisteke nû bû, Rêbertî bipêş xist. Min xwest ez bixwînim û xwe nas bikim ji ber ku ez jin im. Min xwest rol û rastiya jinan a di dîrokê de nas bikim û fêrî vê zanista jin bibim.”

Şêxa Ehmed mijar û waneyên ku ew di beşa jineolojiyê de hîn dibin wiha anî ziman: “Waneyên ku em di beşa xwe de hîn dibin, li ser mijarên jin û civak, dîroka jinan, felsefe, civaknasî, hevjiyana azad, etîk û estetîk, aborî, tenduristî, wejeya jinan, xweparastin, di ol û baweriyan de jin gelek mijar û materyalên din di bernameya xwendinê de cih digrin.”

Şêxa Ehmed dide zanîn ku beriya dest bi beşa Jinelojiyê bike tu agahiyên wê li ser rastî û dîroka jinan tunebûn û wiha bi dawî dike: “Dema min dest bi vê beşê kir hînî gelek tiştan bûm, gelek guhertin di kesayeta min de jî çêbûn. Ez dixwazim piştî derçûnê bibim mamoste û di dibistanan de zarokan hînî zanista Jinelojiyê bikim.”

Meraqa fêmkirina Jineolojiyê

Sara Ebdo jî ji bajarê Serê Kaniyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Sara Ebdo ya ew jî xwendekara sala derçûnê ya beşa Jineolojî ye wiha dibêje: “Me weke jin gelek guman dikir bê gelo em ji ku derê hatin, dîroka me çi ye û çima ewqas guhertin çêbû di xweza û rola jinan de di roja me ya îro de.”

Li ser hîmên wekhevî zayendî perwerdekirina nifşên nû’

Sara Ebdo li ser hîmên wekhevî û azadiya jinan bal kişand ser girîngiya perwerdekirina nifşên nû û wiha pê de çû: “Di materyalên ku em digrin de, rêbazên perwerdekirina zarokan jî hene ku çawa em li dibistanan bi kar bînin. Bi riya Jineolojiyê em dikarin hişmendiya paşverû ya civakê û zayendperestiyê biguherînin. Ev hemû ji zarokatiyê û awayê mezinkirinê dest pê dike.”

Sara Ebdo destnîşan kir ku Jineolojî zanisteke girîng e ku bandora xwe li jinên derveyî welat kiriye û wiha bi dawî kir: “Dema ku beşa Jineolojî li Zanîngeha Rojava vebû, bû meraq ji bo gelek jinên li derveyî welat, xwestin nas bikin bê ka ev beş çi ye. Her wiha gelek zanîngehên derve têkilî bi zanîngeha me re danîn ji bo ku bizanibin û em weke xwendekar tê de amade bûn, bi vî awayî em sûdê ji hev digrin. Em dibînin ku ev serkeftinek e ji bo jinan ku me hişt jinên derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bandor bibin û di riya felsefeya Jineolojiyê ya ku Rêbertî pêşkêş kiriye de, xwe kûr bikin.”

Xwendina beşa Jinelojiyê bû 4 sal

Beşa Jineolojî bernameya xwe li ser 4 û 5 qonaxan dimeşand. Di sala xwendinê ya 2023-2024’an de beşa jineolojî bû 4 sal, tê wateya 8 qonax. Roja îro bi giştî 30 xwendekar berdewam dikin. Hîndekarên beşa Jineolojiyê dibêjin ku 2 sal têrê nakin û dibêjin: “Di destpêkê de daxwaz ew bû ku em bernameya Jineolojiyê bikin 4 sal. Lê ji ber ku beşeke nû bû, weke avakerên beşa Jineolojî me xwest hem em xwe bibînin, xwendekar hêza xwe nas bikin û hem jî civak beşê nas bike. Di nav salan de peşniyarên xwendekaran ew bû ku salên xwendinê bên dirêjkirin. Li ser esasê daxwaza xwendekaran û pewistiyên zanistî îsal beşa Jineolojiyê bû 4 sal.”