Xwendekaran li Germiyanê rê girtin

Xwendekarên Zanîngeha Germiyan rêya Kelar-Silêmanî ji trafîkê re girtin û banga yekîtiyê kirin.

Navenda Nûçeyan - Çalakiya ku ji aliyê xwendekarên ku li Başûrê Kurdistanê bi daxwaza bursên mehane hatine destpêkirin didome. Xwendekarên Zanîngeha Germiyan rêya Kelar-Silêmanî li trafîkê girtin.

Xwendekaran peyam dan ku ji bo bidestxistina mafên xwe çalakiyan li dar dixin, zextên li ser wan zêde dibin û li dijî vê yekê divê bibin yekitiyeke xurt.