Xizmên Windayan vê hefteyê ji bo Mehmet Ertak kom bûn

ÎHD'ê û xizmên windayan di hefteya 881'emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Mehmet Ertak ê ku tevî îfadeya şahidên bûyerê û endamên JÎTEM'ê yên li Şirnexê nehatin binçavkirin, pirsîn.

Amed- Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê li aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn û xwestin faîl bên darizandin.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 811’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên windayan û endam û rêveberên ÎHD’ê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz di destpêka çalakiyê de axivî û got: “Meha tebaxê û sal 2024 e, em li vir hê jî dibêjin windayên me hene û dixwazin aqûbeta windayan bê lêkolînkirin. Lê em bi desthilatdariyek ku çav û guhê xwe li daxwazan girtiye re rû bir û ne. Em dixwazin winda bên dîtin û faîl bên darizandin.”

 Hat binçavkirin û windakirin

Piştî axaftina Yilmaz, vê hefteyê serpêhatiya Mehmet Ertak ê di 20’ê tebaxa 1992’yan de li Şirnexê dema ji kar vedigeriya, hat binçavkirin û carek din agahî jê nehatin girtin, hat xwendin.

 Endama Desteya Rêveberiya ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Mehmet Ertak xwend. Elçî diyar kir ku bavê 4 zarokan Mehmet Ertak ê 32 salî li gundê Rezuk ê bi ser Şirnexê ve dijiya û wiha got: “Mehmet Ertak di kanekê komirê de dixebitî. Berê 2 caran hatibû binçavkirin û îşkenceyên giran lêhatibûn kirin. Ertak di 18’ê tebaxa 1992’yan de, bi 3 xizmên xwe yên di kanê de dixebitîn re, piştî kar vedigerin malê. Wesayîta wan li nuqteya kontrolê tê rawestandin û kontrola nasnameya wan tê kirin. Piştî kontrolakirina nasnameyê Mehmet Ertak tê binçavkirin û wî dibin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Li ewlekariyê, girtekên binçavkirina Ertak tên girtin. Lê dema ku malbat serî li midûriyetê dide, ji malbatê re tê gotin ku Mehmet Ertak ne di binçavan de ye.”

‘32 sal in agahî ji Mehmet Ertak nayê girtin’

 Berfîn Elçî got tevî ku endam û rêveberên JÎTEM’ê li xwe mikûr tên û dibêjin ku Mehmet Ertak ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ve hatiye kuştin jî lê ev 32 sal in agahî ji Mehmet Ertak nayê girtin û cenazeyê wî jî nehatiye dîtin.

 DMME’yê Tirkiyeyê mehkum dike jî lê dîsa nayê dîtin

 Berfîn Elçî bal kişand ser lêgerîna malbatê û wiha got: “Bavê Ertak, Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê dide. Lê bi tu awayî agahî ji Ertak nayê girtin. Hemû serlêdan û lêgerînên malbatê bêencam dimînin. Dûre malbat serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Parêzerê malbatê Tahîr Elçî xwe amade dike ku li DMME’yê parastina Mehmet Ertak bike, lê polîs bi ser buroya wî de digirin û dest datînin ser dosyeya dozê. Tahîr Elçî yê wê demê tê binçavkirin bi miameleya xerab re rû bi rû dimîne û tê îşkencekirin. Lê DMME’yê dîsa jî berpirsê mirina Mehmet Ertak hikûmet û dewleta Tirkiyeyê nîşan dide û Tirkiyeyê mehkûm dike”.

 Piştî xwendina serpêhatiya windakirinê ji bo bîranîna Mehmet Ertak û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.