Xizmên Windayan: Li vê qadê tişta ku neguherî zulma dewletê ye

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amedê di çalakiya xwe de li aqûbeta kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin pirsîn û bal kişandin ser Komkujiya Roboskê.

Amed – Endamên ÎHD'a Amedê û xizmên windayan bi dirûşma 'Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin' di hefteya 829'an de li hev kom bûn. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li navçeya Rezana Amedê li ber bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê li hev kom bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Ozdemîr ku 26'ê Kanûna 1997'an li Amedê piştî ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin agahî jê nehat girtin hat xwendin. Çîroka Mehmet Ozdemîr ji aliyê endamê ÎHD'ê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

Çîroka Mehmet Ozdemîr ê winda wiha ye:

 “Mehmet Ozdemîr di sala 1954’an de li gundê Arakî yê girêdayî navçeya Licêya Amedê ji dayik bû. Zewicî û bavê 7 zarokan bû. Gundê Mehmet Ozdemîr ji aliyê hêzên dewletê ve her dem dihat serdegirtin. Ji ber zextên dewletê yên di salên 90’an de malbata Mehmet Ozdemîr koçî Amedê dibe. Ji bo çandiniya zeviyan dem bi dem Memet Ozdemîr diçû gundê xwe, piştî şewitandina gund, Mehmet Ozdemîr li navenda bajarê Amedê bi cih dibe, li wê derê dest bi lawirvaniyê dike û debara malbata xwe dike.

Mehmet Ozdemîr di roja 26’ê Kanûna 1997’an de dibêje ez ê biçim bazara lawiran ji malê derdikeve, piştî ku serdana mala hevalek xwe dike, diçe qehweyek nêzî bazara lawiran. Mehmet Ozdemîr li qehweyê dema ku li gel hevalên xwe rûdinê, ji aliyê 2 kesên bi çek ên cîhaza bêtêl di dest wan de bi zorê tê revandin. Piştî bûyerê Enzîle Ozdemîr ji bo hevjînê wê Mehmet Ozdemîr were dîtin serî li ÎHD’ê dide û daxwaza alîkariya hiqûqî dike.”

Sekreterê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Omer Saman daxuyanî da, kesên di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û diyar kir ku komkujî ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd hatiye kirin.

‘Zulma dewletê didome û windayên me hê jî nehatine dîtin!’

Keça Mehmet Ozdemîr Seyran Ozdemîr beriya daxuyaniyê axivî Dayikên Şemiyê yên bi salan e tevî hemû zext û zulmê li windayan digerin silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li welatek bifikirin ku mirovên xwe bi awayê bêhiqûqî binçav dike, qetil dike û winda dike. Li yên ku li aqûbeta windayan dipirsin zulmê dikin, dixin binçavan û digrin. Bi vê re ev êş du qat dibe. Em kesên li van qadan in, me bav, bira û zarokên xwe winda kirine. Li vê qadê yên ku li windayên xwe digerin hatin guhertin lê belê du tişt nehatin guhertin. Zulma dewletê didome û windayên me hê jî nehatine dîtin! Bavê min jî hat binçavkirin û windakirin. Ne bavê min ne jî faîl nehatin dîtin. Lê belê bila baş bizanbiin wê Dayikên Şemiyê li dijî destên tarî û yên xwedî wan hewldanan, çalakiya xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.