Xizmên Windayan ji bo Tahir Elçî û Şevket Epozdemîr daxwaza edaletê kir
Di çalakiya ji aliyê Xizmên Windayan û ÎHD ve tê li darxistin de ji bo serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li avçeya Sûrê ya Amedê hatî qetilkirin û parêzer Şevket Epozdemîr daxwaza edaletê kirin.
Navenda Nûçeyan- Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê di hefteya 825’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin.
Di çalakiya vê hefteyê de ji bo serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de hatî qetilkirin û parêzer Şevket Epozdemîr di 25’ê mijdara 1993’an de hatî qetilkirin daxwaza edaletê kirin. Di çalakiya ku li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan ya Amedê tê li darxistin de, wêneyên kesên ku di cînayetên fail nediyar de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.
Di daxuyaniyê de serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, Serokê Rûmetiyê ya Komeleya Mafê mirovan (ÎHD) Akin Birdal, hevşaredarê Xelfetî Mehmet Karayilan, weqfa Tahir Elçî û gelek kes amade bûn. Beriya daxuyaniyê serokê Baroya Amedê Abdulkarîm Guleç axivî û got: “Hem Şevket, hem jî Tahr Elçî parêzvanên mafê mirovan bûn. Lê belê ev nasname ji bo îfadekirina wan têrê nake. Wan heqîqeta Kurdistanê famkiribûn, ew zanayên Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê hatin qetilkirin. Em ê şopdarê têkoşîna wan bin.”
‘Em vê hafizayê ji bîr nakin’
Piştre serokê Rûmetiyê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Bîrdal axivî û got: “Ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd, ji bo gel bi hevre bijîn wan hewldan dikirin. Em vê hafizayê ji bîr nakin. Wê hertim li ber serê mebe. Wê teqez li vê erdnigariyê jiyaneke aştiyane û azad were avakirin.”
Serokê weqfa Tahir Elçî Mahsun Bati wiha got: “Li cihê ku têkoşîn berdane me dewr girtiye. Em ê heta ku edalet were pêkanîn, têbikoşin.
Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Şevket Epozdemîr yê di 25’ê mijdara 1993’an de hatî qetilkirin û Tahir Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de hatî qetilkirin daxwaza edaletê kirin.
Çîrokên Şevket Epozdemîr û Tahir Elçî endama Komîsyona windayan ya ÎHD’ê parêzer Berfîn Elçî xwend.
Çîroka Şevket Epozdemîr wihaye: “Şevket Epozdemîr zext û zilma ku ji aliyê hêzên ewlehiya dewletê ve dihat pêkanîn bi belgeyan derxist holê, li dijî van binpêkirinan doz vekir û parastina mexduran kir. Dozên binpêkirinên mafan ên li ser bûyerên valekirinên gundên ku Kurd lê dijiyan, îşkence û bi zorê windakirin şopand û li gel vê ji bo lêkolîna cînayetên kiryar nediyar hewl dida. Ji bo edalet were pêkanîn, di şert û mercên herî zehmet de têkoşîna hiqûqê domand, dem dem gef hebin jî tu deman gav şûnde neavêt. Şevket Epozdemîr, di 25'ê mijdara 1993'an de çûya cihê karê xwe yê li navçeya Tetwan ya Bidlisê û piştî ku êvarê saet derdora 20.00'an li hevjîna xwe digere û jê re dibêje ku ji bo vegera malê ketiye rê, lê êdî nevegeriya malê. Hevjîna wî heman şevê li meqamên edlî digere û pirsa ku hatiye binçavkirin an na dike. Lê ji dozgeriyê bersiva ku nehatiye binçavkirin digire. Rojek piştre cenazeyê parêzer Şevket Epozdemîr ji aliyê leşkeran ve nêzî navçeya Norşînê ya Bedlîsê tê dîtin. Tevî 31 sal derbaz bûye di dosyayê de tu pêşketinek çênebû, ji bo fail werin tesbîtkirin û werin cezakirin tu hewldanek nehatiye kirin. Cînayeta Şevket Epozdemîr weke faîl ne diyar kete qeydan.”
Çîroka Tahîr Elçî wiha ye: “Di 28’ê mijdara 2015’an de Tahîr Elçî li navçeya Sûr ya Amedê bi armanca bal kişandina li ser habûnên çandî û berhemên dîrokê ku ji ber şeran hatin texrîb kirin û ziyan dîtine, li ber Minareya Çar ling daxuyaniya çapemeniyê li darxist. Tahir Elçî di dema daxuyanî dida de, di dema pefçûna bi çek de, bi guleya ku lê ketibû hate qetilkirin. Pêvajoya lêkolînê ya derbarê qetilkirina Tahir Elçî de bi awayek aktîv nehate meşadin. Derbarê bûyerê de ji aliyê Serdozgeriya Komara Amedê ve piştî 4,5 salan îdeanamne hate avakirin. Di danişîna dîroka 15’ê hezîrana 2022’an de herçend piştî gotina ‘Tahir Elçî, bu qurbanê sekvaniya siyasî’ weke şahid biryar dabin guh bidin serokê demê Ahmed Davutoglu, bi danişîna navber re tu agahiyek neda wekilên xwe û miştekî, bêyî hevdîtin bigrin ji aliyê dadgehê ve ji vê biryarê vegeriyan. Di dema ku Tahir Elçî hatî qetilkirinê de sê memurên polîsan ên li cihê bûyerê bi sûcdariya ‘Bi zanabûn rê daye mirinê’ hatin darizandin. Ji bo polîsan hate xwestin ku ji 3 salan heta 9 salan bi cezayê girtîgehê werin cezakirin. Dozger jî derbarê mutalaya esas de ji bo sê memuren polîsan daxwaza beraetê kirin. Di danişîna 12’ê hezîrana 2024’an de polsên bersûc Sînan Tabur, Fuat Tan û Mesut Sevgî hatin beratkirin. Beriye qetilkirina Elçî bi deqeyan di daxuyaniya dayî de gotibû: “Em çek, pefçûn û şer naxwaz in.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.