Xizmên Windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda hatin ba hev
ÎHD’ê û malbatên windakiriyan aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram, Yilmaz Gumuş û Hamît Temel ên di salên 1990’an de hatin windakirin pirsîn.
Amed – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windakiriyan bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtîn, faîl bên darizandin” vê hefteyê li Amedê hatin bahev.
Şaxa ÎHD’a Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 821’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê hatin bahev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram ê di 2’yê mijdara 1996’an de li navçeya Pasûrê hate windakirin hate pirsîn. Di daxuyaniyê de wêneyên windakiriyan hate hilgirtin.
Xwişka Bayram Halîme Bayram destnîşan kir ku 28 sal in dest ji têkoşîna xwe ya maf bernedane. Bayram bal kişand ser êşên ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd û wiha got: “Heke li vî welatî behsa edalet, hiqûqê bê kirin, ev desthilat vê pirsgirêkê bi rêbazên demokratîk çareser bike divê ewilî Dayikên Şemiyê û têkoşîna wan a mafdar bibîne. Ev desthilat û ev saziyên dewletê ji malbatên windakiriyan re ji min re, ji dayik û bavê Şirîn re canekê deyndar in. Dayîna vî deynî wêrekî divê.”
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Bayram xwend.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.