Xizmên windayan di hefteya 747'emîn de carek din li wendakiriyan pirsîn

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 747’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên 29 sal in agahî ji wan nayê girtin pirsîn.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windahiyan, çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” pêk tînin, di hefteya 747’emîn de jî domandin.

Girseya ku li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluya navçeya Rezanê hatin ba hev, pankarta ku wêneyên xizmên wan ên hatine windakirin û qetilkirin li ser cih digrin, hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di sala 1994’an de li gundê Şeqlat ê Karaza Amedê ji aliyê leşkeran ve di bin çavan de hatin windakirin hat pirsîn. 

Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven ê di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku bi salan e lêgerîna edaletê û têkoşîna wan berdewam dike. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Guven jî çîroka Salih Çelîk û Sinan Fîdan xwend.

Piştî serdegirtina gund tu agahî ji wan nehat girtin

Piştî leşkeran gundê Şeqlat ê Karazê şewitand, malbata Salîh Çalik koçî navenda Amedê kiriye lê ji ber Salîh Çalik karker bû diçû gund dixebitî. 6’ê Hezîranê leşkeran bi ser gund de girt û welatî gulebaran kirin, di encama gulebarana leşkeran de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de Salîh Çalik ji lingê xwe birîndar dibe û bi birîndarî diçe mala Suleyman Mûntaş lê leşker mala ku lê dimînin tesbît dikin û bi ser de digirin. Di serdegirtina malê de xwediyê malê Suleyman Muntaş, Salîh Çalik ê birîndar û Sînan Fîdan ê ji bo ku Salîh Çalik derman bike li malê ye binçav dikin. Piştî 25 rojan Suleyman Muntaş tê berdan lê Salîh Çalik û Sînan Fîdan di bin çavan de tên girtin. Suleyman Muntaş dibêje ku du rojan bi Salîh û Sînan re di bin çavan de tê girtin û pişt re her duyan ji cem wî dibin û piştî vê rojê careke din agahî ji wan nehat girtin.

29 sal in winda ne

Malbatan der barê aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan de agahî negirtin. Hemû hewldanên malbatan ji bo eşkerekirina aqûbeta zarokên xwe bêencam ma û ji wê dîrokê vir ve ji Salih Çalik û Sînan Fîdan tu agahî nehat girtin.