Xizmên windayan: Dewletê biryara qetilkirina Vedat Aydin da

ÎHD’ê û xizmên windayan diyar kirin ku kujerên siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin ê 33 sal berê hat qetilkirin tevî ku tê zanîn jî nehatine darizandin û careke din daxwaza pêkhatina edaletê kirin.

Navenda Nûçeyan - Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di çalakiya “Bila winda bên dîtin fail bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûya Rêzana Amedê li hev civiyan. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan wêneyên windayan hildan destê xwe. Di çalakiya îro de kiryarên siyasetmedar Vedat Aydin ê ku di 5'ê Temûza sala 1991'ê de hat qetilkirin pirsîn.

Hevşaredarê Sûra Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Adnan Orhan, malbata serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê Tîrmeha 1991’ê de hat qetilkirin û gelek kes tevli çalakiyê bûn.

‘Aqilê dewletê neguheriye’

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ku di çalakiyê de ewil axivî, bal kişand ser çîroka mirina Vedat Aydin û destnîşan kir ku 33 sal derbas bûne jî aqilê dewletê neguheriye. Ercan Yilmaz, anî ziman ku siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafên mirovan û rojnamevanan ji ber çareseriya ku peyda dikin tên ‘cezakirin.’

Şukran Aydin: Dewletê biryara qetilkirina Vedat Aydin da

Hevjîna Vedat Aydin Şukran Aydin, di şexsê Vedat Aydin de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û roja ku hevserê wê hat windakirin bi van gotinan vegot:

“Min bi xwe Vedat Aydin radestî Emniyeta Amedê kir. Daxuyaniya min ji roja ewil ve wiha ye. Yên Vedat Aydin binçav kirin, polîsên Emniyeta Amedê bûn. Tenê gotin ‘îfadeya wî heye.’ Dewletê biryara qetilkirina Vedat Aydin da, 4 polîsan neda. Biryar ji jor hat. Serokwezîr, serokomar, serfermandarê giştî haya hemûyan ji vê yekê hebû. Ji wir talîmat hatin û polîsan jî ew girtin ku qetil bikin. Ji bo me kiryar ne winda, li vir in. Em dizanin ku kiryar kî ne. Em ê heta dawiya jiyana xwe doza windayên xwe bidomînin. Tevî êşên ku me kişandine jî em dixwazin yên ku me êşandin jî heman êşê bikşînin. Tişta ku me ji roja ewil heta îro got dubare dikim. Biryara hemû qetilkirinên kiryar nediyar ji jor ve hatiye dayîn û ji jêr ve hatiye bicihanîn.”

‘Cînayeteke ku kiryar diyar e’

Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî diyar kir ku tevî ku 33 sal derbas bûne jî ronîkirina qetlîameke siyasî biryara dewletê ye û dixwazin peyamê bidin civakê. Veysî Aydin wiha got: “Ji ber vê yekê ev doz dozek siyasî ye. Hem dewlet û hem jî em kiryarên vê dozê dizanin. Ji ber vê yekê em jê re dibêjin cînayeteke ku kiryar diyar e. Ev jî bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, ev cînayet wê veşartî bimînin. Em careke din dibêjin ewqas xwîn, windahî û bedel bes e. Em qatilan dizanin, dadgeh bi dawî bibin û bihorîna demê bê pêkanîn jî kiryar ji me re eşkere ye. Keda kesên jiyana xwe ji dest dane wê têkoşîna me ronî bike.”

Piştî axaftinan çîroka qetilkirina Vedat Aydin ji aliyê endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Berfîn Elçî ve hat xwendin.

Kiryar nehatin darizandin

Li ser qetilkirina Vedat Aydin jî ev agahî hatin dayîn:

“Vedat Aydin di sala 1953’an de li gundê Kurthaci yê girêdayî navçeya Bismila Amedê ji dayik dibe. Vedat Aydin ku di sala 1979’an de ji Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê, Beşa Wêjeyê mezûn bû, di dema derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de hat girtin û 4 salan di girtîgehê de ma. Aydin ji ber axaftina xwe ya bi Kurdî di 3’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya ÎHD'ê ya di 28’ê Cotmeha 1990’an de li Enqereyê pêk hat, dîsa hat girtin. Vedat Aydin ê ku di çarçoveya lêpirsîna der barê wî de demekê di girtîgehê de mabû, piştre di Kongreya Partiya Kedê ya Gelan (HEP) ya ku di Hezîrana 1991’ê de pêk hat, bû Serokê Parêzgeha Amedê.

Ji bo îfadeyê bang kirin

Di şeva 5’ê Tîrmeha 1991’ê de ji aliyê kesên çekdar ku di destên wan de bêtêl hebûn û bi gotina ‘dê îfadeya te bê girtin’ xwe weke polîs dan naskirin ve, hat binçavkirin. Tevî hewldanên malbat û parêzeran jî nayê qebûlkirin ku ji aliyê emniyetê ve hatiye binçavkirin. Di 7’ê Tîrmeha 1991’ê de li nêzî navçeya Madena Xarpêtê cenazeyê wî yê ku bi awayekî hovane hatibû îşkencekirin, li binê pirekê hatiye dîtin.

Di 10'ê Tîrmeha 1991'ê de dema ku cenazeyî wî anîn Amedê, ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîdan û bi deh hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Li dijî kesên beşdarî merasîma cenaze bûn, ji aliyê hêzên paramîlîter ve êrişa çekdarî hat kirin. Di encama êrişê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Parlamenter û rojnamevan jî di nav de bi sedan kes jî birîndar bûn.

Dosya hat girtin

Tevî agahiya endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan ê ku bi îtirafên xwe di salên 2000’î de ket rojevê jî nasnameya kiryaran nehat ‘tesbîtkirin.’ Di sala 2021’ê de lêpirsîna cinayeta Vedat Aydin bi hinceta ‘demboriyê’ hat girtin. Kiryarên ku îşkenceyê kirin nehatin darizandin û cezakirin.”

Piştî daxuyaniyê ji bo windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin