Xizmên Windayan destekê dan banga dîrokî

Xizmên Windayan ku li Amedê daxuyanî dan, îşaret bi banga Abdullah Ocalan a dîrokî ku di 27’ê sibatê kirî kir û wiha got: “Em weke Xizmên Windyan em li vîr îfade dikin ku em destek didin vê hewldana hatî destpêkirin.”

Amed – ÎHD û xizmên windayan di hefteya 838’an a çalakiya xwe de, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu hatin ba hev. Gelek nûnerên rêxistina civakî ya sivîl û siyasetmedar beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz axivî.

Ercan Yilmaz bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ku di 27’ê sibatê de kirî kir û got: “Em dikarin bibêjin ji îro û şûnde li Tirkiye gelek tişt dê bê destpêkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê gav were avêtin û em weke Xizmên Windayan destek didin vê pêngava hatî destpêkirin.”

Endama Komîsyona Windayan ya ÎHD’ê Berfîn Elçî xwest kiryarên Cuneyt Aydinlar ku di çalakiya Dayîkên Şemiyê de çîroka wî hatî xwedin werin dîtin.