Xizmên Windayan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez ê 61 salî ku di 13’ê Cotmehê 1994'an de ji aliyê leşkeran ve ji mala xwe hat girtin û carêk din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

Amed - Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 713'an a çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gelhev. Di çalakiya ku wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin de aqûbeta Nazim Gulmez ê 61 salî ku di 13’e cotmeha sala 1994’an de ji mala xwe ya li navçeya Xozat a Dêrsîmê ji aliyê leşkeran ve hatibû girtin û carek din agahî hê nehat girtin, hat pirsîn.
“Xaniyên gund hatin şewitandin”
Çîroka Nazim Gulmez ji aliyê Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Jiyan Ormanli ve hat xwendin.
Jiyan Ormanli, bi lêv kir ku Nazim Gulmez dema hatiye windakirin, 61 salî û bavê 9 zarokan bû. Bi domdarî Jiyan Ormanli anî ziman ku Nazim Gulmez debara xwe bi sewalkarî û cotkariyê dikir û serpêhatiya wî wiha vegot: “Di 13’e cotmeha sala 1994’an de leşkerên Tugaya Herêma Alî Bogazi li gundê wan Taşitliyê dest bi êrişê kirin. Di êrişe de keyayê gund û şeniyekî gund hatin binçavkirin û ber bi êvarê ve hatin berdan. Du roj piştî bûyerê di 15’ê cotmehê de, leşkeran dîsa erişî gund kirin. Di êrişê de bi ser gelek malan de girtin û piştre xaniyên şêniyan şewitandin. Leşkeran, Nazim Gulmez jî ji malê derxistin û bi hinceta ku rêberiyê jê re bike bi xwe re birin. Nazim Gulmez û keyayê gund li ber çavên şeniyên gund neçar dimînin ku bi leşkeran re biçin. Ji wê rojê û şûnde êdî tu agahî ji Gulmez nehatin girtin.”
“Biryara ‘bêpeywiriyê’ hat dayîn”
Di berdewamê de Jiyan Ormanli da zanîn ku hevjîna Gulmez aqûbeta hevjîne xwe ji serbazê leşkeran dipirse û wiha pê de çû: “Serbazê lêşkeran jê re dibêjê, ‘Heta demekî bi me re man û piştre jî me berdan. Em jî niha li wan digerin.’ Piştî vê gotinê jî hevjîna Gulmez serî li Serdozgeriya Xozatê da. Serdozgeriya Hozatê der barê serlêdanê de biryara ‘bêpeywiriyê’ da.
“Dosyaya ji DMME’ê re hat şandin nehat qebûlkirin”
Piştî vê biryarê jî hevjîna Gulmez serî li Serdozgeriya Leşkerî ya Xarpêtê da. Lê tu encam ji dosyayê derneketin. Serdozgeriya leşkerî agahiyê dide malbatê ku dosya şandine Dadgeha Ewlekariya Neteweyî (DGM) a Meletiyê. DGM’a Meletiyê jî bi hinceta ku dosya nakeve ber berpirsyariya wan, dîsa li Serdozgeriya Xozatê vegerand. Malbata Gulmez ku bi rêyên hiqûqî tu encam bi dest nexistin, di 26’ê adara sala 2016’an de bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê jî bi hinceta ku di dosyayê de li gorî sînorê dema 6 mehan nehatiye tevgerîn, dosya qebûl nekir."