Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran pirsîn

ÎHD û Xizmên Windayan li Amedê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê di sala 1995’an de hat windakirin pirsîn.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 814’emîn a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de careke din li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluya Rezana Amedê hatin ba hev.

Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatî tevli çalakiyê bûn. Li qada ku çalakî lê hat kirin, pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser bûn hat vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê di 12’ê îlona 1995’an de li Amedê di bin çavan de hat windakirin hat pirsîn. 

Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman bi lêv kir ku ji bo hesabê cînayetên kiryar nediyar bipirsin li wir in û ew ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin û wiha got:

“Di 12’ê îlona 2006’an de li ber vê dîwarê şermê, bi dehan Kurdên ku li ser dîwar navên wan hene jiyana xwe ji dest dan. Ev bîrdarî ‘Bîrdariya Mafê Jiyanê ye’, ji bo parastina jiyana mirovan ji bo di dîrokê de weke nîşeyek bê dîtin hatiye çêkirin. Lê mixabin bi kesên ku wê rojê di temenekî biçûk de jiyana xwe ji dest dane re em hemû temaşe dikin ku Narîn bi awayekî hovane hatiye kuştin û xerabiyeke rêxistinkirî heye. Em weke rêxistinên sivîl ên civakî, saziyên zarokan û parazvanên mafan ji bo şer bisekine, ji bo ev travmayên civakî yên şer afirandine ji holê bên rakirin têdikoşin.”

Piştre birayê Mehmet Zafer Demîrkiran ê di bin çavan de hat windakirin Sabahattîn Demîrkiran axivî û qala birayê xwe kir û tiştên di dema qetilkirina birayê wî de qewimîn anî ziman. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Berfîn Elçî çîroka Mehmet Zafer Demîrkiran xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.