Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Salîh Akdenîz pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê heftê li Amedê de li aqûbeta Mehmet Salîh Akdenîz ê di meha İlona 1993’yan de li gundê Şenê ya ser bi navçeya Pasûrê ve hat binçavkirin û windakirin, pirsîn.

Navenda Nûçeyan- Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 818’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû pêk hat. Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan û pankartek wêneyan jî li erdê hat raxistin.

Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Salîh Akdenîz ê di meha İlona 1993’yan de li gundê Şenê ya ser bi navçeya Pasûrê ve hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn.

Sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman serpêhatiya windakirina Mehmet Salîh Akdenîz xwend.

Piştî daxuyaniyê ji bo Mehmet Salîh Akdenîz û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.